Vegera li Kobanê didome

11:53

JINHA


RIHA – Kobaniyên ku zarok, kal û pîran ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tînin navçeya Pirsûsê ji bo parastina axa xwe careke din vedigerin. 

Kobaniyên ku bi rojan e bi êrîşêr çeteyên DAIŞ’ê re rû bir û maye piştî ku zarok, kal û pîran li cem xizmên xwe Yên li Pirsûsê dihêlin careke din ji bo parastina axa xwe vedigerin Kobanê. Serê sibehê li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê welatiyên ku dixwazin vegerin kom bûn piştî lêgerînê derbasî Kobanê bûn. 

Xendek tên kolandin 

Li aliyê din li gundê Qop, Merdisimêl û Boydê yên li sînor leşkerên tirk xendekan dikolin. Welatiyan diyar kirin ku Kobanê ji aliyê başûr, rojava û rojhilat di bin dorpêça Kobanê de ye ji bakur jî ji aliyê Tirkiyeyê ve tê xwestin bê dorpêçkirin. Rayedarên leşkerî jî îdia kiribûn ku ew ji bo wesayîtên welatiyên ji Rojava hatiye bi cih bikin qadeke dixwazin ava bikin ji ber vê yekê qadê dikolin.


(zt)