Yekîtiya Star di civîna xwe de biriyarên giring girt

12:10

JINHA


HESEKÊ - Rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Hesekê 3’emîn civîna xwe ya asayî li darxist. Di civînê de Endama Koordînasiyona Yekîtiya Star Buhar Mihemed  rewşa dawî li Rojhilata Navîn bi taybet li Rojava nirxand û got:"Parastina Kobanê parastina çar parçê Kurdistanê ye pêwiste em Kobanê bi hemû derfetên xwe biparêzin".


Yekîtiya Star bi tevlîbûbna hemû endamên Meclîsa Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Hesekê 3’emîn civîna xwe ya asayî lidarxist. Civî li navenda Ciwanên Şoreşger  a taxa Kelasê hat li darxistin. Bi armaca nirxandina rewşa rêxistini ya karê meclîsê  û her wiha  projeyên nû ji bo dema pêş hatin niqaş kirin. Civîn bi deqeyek rêzgirkin  dest pê kir. Piştre Endama Koordînasiyona Yekîtiya Star Buhar Mihemed  rewşa dawî li Rojhilata Navîn bi taybet li Rojava nirxand. Buhar anî ziman ku pêvajoya dema niha ne girêdaye gelê kurd e, girêdayî hemû pêkhateyên ku li Rojava dijîn e.


‘Divê em bi hemû derfetên xwe Kobanê biparêzin’


Buhar diyar kir ku êrîşên ku li ser herêma Kobanê tên kirin mîna şerê cîhanê yê 3’emîn e destê gelek hêzan û aliyan di Rojava û Rojhilat navîn de heye. Buhar di axavtina xwe de bal kişand ser rola YPG’ê û gelê Kobanê di parastina xak û destûr nadin çete derbazî herêma Kobanê bibin. Bi berxwedaniyek mezin li berxwedidin. Buhar wiha anî ziman:"Parastina Kobanê parastina çar parçê Kurdistanê ye pêwiste em Kobanê bi hemû derfetên xwe biparêzin".


Piştre  pirs û bersivdayîn li ser rewşa rêxistinî ya du heyvên ji alî beşdaran ve hate gotobêjkirin û projeyên meha pêş hate dayîn.


Hin projeyên meha pêş wiha ne:


Dest bi hemleya avakirina komînan li hemû tax û gundên bajêr.


 Vekirina Navenda Yekîtiya Star.


 Vekirina kargeha Yekîtiya Star.


Civîn bi silavkirina berxwedana Kobanê, berxwedana YPG/YPJ  û dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bidawî bû.


(zt)