Dayikên kurd: Dê her tim bibin parêzvanên têkoşîna zarokên xwe

18:46

JINHA


AMED – Dayikên endamên PKK'ê yên di pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya Mezopotamya (MEYA-DER) de li Amedê kom bûn û civînek li dar xistin. Dayikan diyar kir ku ji bo çareseriyê kom bû ji ber ku divê pêvajoyê de gotinek û daxwazên van jî heye. Dayikan, got ku wekî her car îro jî dê bibin parêzvanê têkoşîna zarokênr xwe û êdî naxwazin dayikên PKK’iyan, leşkeran û polîsan bigirin.


Dayikên endamên PKK'ê yên zarokên xwe di şer û bûyeran windakirine ji bo pêvajoya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îlan kir niqaş bikin û pêşniyarên xwe bînin ziman hatin cem hev. Civîna dayikan  li salona Civînê ya Wedat Aydin a BDP'a Amedê  pêk hat. Li salonê pankartên wekî "Dayik dê bibin pêkhênerê perspektîf û pêvajoya serokatî daye destpêkirin", "Em ji bo gelê kurd û azadiyê ber bi serkeftinê ve dimeşin" û "Jiyana azad Kurdistan azad" hatin daliqandin. Civîna dayikan bi pêşengiya MEYA-DER’ê pêk hat.


‘Dê plansaziya pêşerojê derxin’


Seroka MEYA-DER’ê ya Amedê Leyla Ayaz:  Îro bi hezaran dayikên kurd li Amedê civiyan. Me xwest hest û ramanên dayikan bigirin û ji bo pêşerojê perspektîfek derxin holê. Îro ne tenê dayikên Amedê hemû dayikên Bakurê Kurdistanê li Amedê kom bûn.  Dayikên ku tevli civînê bûn zarokên xwe di vî şerê de winda kirine û di xwazin tevli nîqaşan bibin û plansaziya pêşerojê derxin, bibin mudaxilî pêvajoyê.


Adîle Kaya: Ez jî Colemêrgê tevli civînê bûm. Min gelek xizmên xwe di vî şerê de winda kir û niha gelek xizmên me jî hene ku di nava PKK’ê de cih digirin. Em dixwazin aştiyeke bi rûmet pêk bê.  Ez êdî naxwazim ciwan jiyana xwe ji dest bidin. Bila êdî dayikên leşkeran jî û dayikên gerîlayan jî jiyana xwe ji dest bidin. Keça min şehîde û 2 kurê min  jî niha di nava PKK’ê de ne.  Ez aştiyê dixwazim.


Cemîle Poyraz: Kurê min di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da. Ez li vir bang li hemû dayikan dikim, bi taybetî  jî dayikên leşkeran.  Gelek leşker jî jiyana xwe ji dest da. Bila êdî ji vî şerê re bibêjin na û bikevin nava hewldanên çareseriyê. Dest bidin destê dayikên kurd û ji bo aştî û azadiyê biqirin.  Êş û kula me hemû dayikan wekhevin. Kurê min ji bo ziman û nasnameya xwe têkoşîn da û şehîd ket. Têkoşîna me ya ji bo azadî û aştiyê dê her tim bidome.


Gulê Tekîn: Ez li Colemêrgî me û 2 birayêmin gerîla ye. Ez dixwazim êdî çareser pêk bê. Ez bangî hemû dayikan dikim bila bibin yek, ji bo aştî û azadiyê tevbigirin.  Bila kes êdî negirî û şer bi dawî bibe.


Dayika Leyla:  Ez dayika şehîda me û ez li Sêrtê tevli civînê bûn. Ez êdî naxwazim dayikên gerîla, dayikên leşker û polîsan bigirin. Bila operasyonên siyasî bila bi dawî bibe. Serokwezîr dibêje aştî pêk tê baweriya gelê kurd Erdogan nîne. Lê divê gelê kurd ji bo aştiyê bibin yek û hewldaneke giştî pêk bîne.  Kurd her tim alîgirê aştiyê ye û tu carî şer naxwaze.


Dayikên ku bajarên cuda li hev civiyan nêrînên û daxwazên xwe ji bo pêvajoyê anîn ziman û da zanîn ku divê bêtir dayik bikevin nava hewldanan. Dayikan piştî civînê berê xwe dan Goristana Yenîkoyê.


(la)