Li Amûdê girava birçîbûnê dest pê kir
12:37
JINHA
AMÛDÊ - Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re koneke protestokirinê li Qada Şehîd Cîhad vegirt. Şandeyeke Hikûmeta herêmê çû serdana wê.
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên herêma Kobanê ji 15’ê îlonê ve êrîşên xwe zêde kirin, li gelek deverên Rojava û cîhanê çalakiyên pirotestokirinê hatin lidarxistin. Li gorî nûçeya nûçegihanê ANHA yê Stalîn Oso Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê li Qada Şehîd Cîhad a bajarê Amûdê bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re û şermezarkirina alîkariya hikûmeta Tirk bi çeteyan re dest bi gireva birçîbûnê kirin. Li konê girteva birçîbûnê pankartên bi nivîsên weke “Em bêdengiya rêxistinên navnetewî derbarê buyerên li Kobanê rû didin de şermezar dikin. Jin, zarok û pîremêrên Kobanê rizgar bikin. Koçberkirina sivîlan bi darê zorê binpêkirina eşkere ji hevpeyman û zagonên navnetewî re ye.” hatibûn daliqandin.
Şandeyeke Hikûmeta Herêma Cizîrê ku ji Serokwezîr Ekrem Hiso, cîgirê wî Hisên Ezam, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, Wezîrê Karên Derve Salih Gedo, Wezîrê Karên Hundir Kenaan Berekat, Wezîrê Rêveberiyên herêmî û Şaredariyan Ebdilmesîh Coxo, Wezîrê Edaletê Ebdilhemîd Bekir, Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş û Cîgirê Wezîrê Ciwan û Werzîşê Dilovan Silo pêk dihat, çû serdana konê girava birçîbûnê.
Di serdanê de Hekem Xelo derbarê rewşa siyasî ya dawî û berxwedana gelê Kobanê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêmê de axivî. Hekem di axaftina xwe de got ku çeteyan bi hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêma Kobanê nasnameya xwe ya dûrî nirxên mirovahiyê “teror” eşkere kir û wiha got: “Em ê bi riya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hersê kantonên Rojava bi nirxên berxwedan û mirovahiyê ava bikin.”
Hekem di axaftina xwe de bal kişand ser projeya tamponê ya dewleta Tirkiyê û wiha destnîşan kir: “Dewleta Tirk di riya alîkariya bi çeteyan re dixwaze herêmeke tampon li Rojava çêbike û destkeftiyên şoreşa gelê Kurd têk bibe. Ev daxwaz Tirkiyê ji tu aliyan ve nayê qebûlkirin, ji ber ku cangoriyên ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe dane, tu carî dewleta Tirkiyê nikare vîna gelê azad bişkîne.”
Li aliyê din kesên ku beşdarî girava birçîbûnê bûne diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe li dijî pilan û siyasetên qirêj ku li dijî gelê Kurd tên meşandin bidomînin.
(zt)
