Ji bo jinan semînera tenduristiyê hate dayîn
12:41
JINHA
AMED – Li Erxeniyê Navenda Tenduristiya Civakê û Navenda Jinan a Selîsê ji bo jinan semînera tenduristiyê da.
Li navçeya Erxeniyê ya Amedê semîner ji bo jinan hate dayîn. Di demên dawî de ji bo hînbûna xwarin û vexwarinê ya bi tenduristiyê pêş bikeve û der barê pençeşêra memikan de jin bên agahdarkirin semîner hate dayîn. Semîner ji aliyê Navenda Jinan a Selîs û Navenda Tenduristiyê ya Civakê hate dayîn û jinan eleqeyeke mezin nîşan dan. Ji Selîsê Elanur Ertekîn li ser xwarin û xwarina bi tenduristî agahî da jinan û rê û rêbaz nîşanî jinên ku beşdarî semînerê bûn da.
Ji Navenda Tenduristiyê ya Civakê Zehra Arasê jî der barê pençeşêra memikan a ku di demên dawî pir zêde bûye de agahî da jinan.
(zt)

