Girtiyên PAJK: Divê berxwedna ser sînor bibe nûner û zimanê hest û hêviyên me
14:28
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PAJK’ê bi boneya xwedîderketina li berxwedana Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em weke girtiyên jin yên siyasî bang li hemû gelên li Tirkiyê dikin ku qurbanên xwe bişînin Kobanê. Niyaz û îbadeta herî pîroz îro eve. Her wiha em bang li malbatên xwe yên girtiyan dikin ku vê cejnê neyên cejna me. Li cihê hatina girtîgehan berê xwe bidin Pirsusê. Ew mesrefa rêya xwe jî bikin alîkariya gelê Kobanê. divê malbatên me û gelê mey ê bakurê Kurdistanê li ser sînor bibin nûner û zimanê hest û hêviyên me.”
Girtiyên PAJK’ê yên li girtîgehên herêmê û tevahiya Tirkiyê dimînin bi daxuyaniyek nivîskî banga xwedîderketina li Kobanê kirin û wiha domandin: “Îor li ser sînorê Rojava bi tayîbetî jî li bereya Rihayê di kesayeta gelê kurd de mirovahî ezmûna rumetê dide. Kobanê dîrokê dinivîse. Gelê bakurê Kurdistanê jî bi vîna xwe ya netewî berxwedanê dide. Hemû gelên li Tirkiyê jî bi dilsoziya xwe ya dostane ji bo aştî û azadiyê têdikoşin. DAIŞ li pêşiya gelên Rojhilatanvîn karesateke. Lê di heman demê de ezmûneke vegerêye. Kî wê çawan li cewherê xwe vegere? Kî wê çawan xwedîtiyê li rometa xwe bike? Kî wê çiqas li gotinên xwe xwedî derkeve? Ev ezmûn di heman demê de firsenda yekîtiya gelan ya mayînde û jiyana azade.”
‘Îro li Rojhelatanavîn cejna herî watedar berxwedane’
Daxuyanî baldikişîne ser êrîşîn DAIŞ’ê yên bê hempa ser gelê Kobanê û wiha berdewam dike: “Vekiriye ku di kesayeta DAIŞ’ê de dê hêzên tarî, serdestiya nêrza dest ji axa Kurdistanê bernedin. Loma jî divê gelê kurd parastin û berxwedana xwe domdar bike. Divê ji Pirsusê heya Serêkaniyê bibe xwediyê axa xwe ya ku bi sedan sale ser tuxub hatiye çikandin. Dê gelê musilman cejna qurbanê pîroz bikin. Di rastiya Rojhilatanavîn ya îro de cejna herî watedar û rastîn berxwedane û xwedî li cewherê îslamyetê yê aştiyane û berxwedêr derketine.
‘Bila malbatên me li cihê hevdîtina me vê cejnê biçin Pirsusê’
Girtiyên PAJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha banga xwedîderketina li berxwedana Kobanê li malbatên xwe û hemû gelê bakurê Kurdistanê kirin: “Em weke girtiyên jin yên siyasî bang li gelên li Tirkiyê dikin ku qurbanên xwe bişînin Kobanê. Niyaz û îbadeta herî pîroz îro eve. Her wiha em bang li malbatên xwe yên girtiyan dikin ku vê cejnê neyên cejna me. Li cihê hatina girtîgehan berê xwe bidin Pirsusê. Ew mesrefa rêya xwe ya hevdîtinê bidin jî bikin alîkariya gelê Kobanê. Ji ber mercên dîlgirtinê em nikarin li ba gelê xwebin û ji bo azadiya gelê xwe û mirovahiyê şer bikin. Ev yek ji bom e sedema xemîgînî û hêrsêye. Ji ber wê jî divê malbatên me û gelê mey ê bakurê Kurdistanê vê peyîwirê pêkbînin. Bibin nûner û zimanê hest û hêviyên me.”
(zt)

