Leşkerên tirk û çeteyên DAIŞ’ê di heman kareyê de ne
15:36
JINHA
RIHA – Li gundê Merdîsîmêl a li sînorê Kobanê li hemberî qereqola tirkan çeteyên DAIŞ’ê hawan û doçkayên xwe bi cih kirine û êrîşî Kobanê dikin. Liv û tevgerên çeteyên ku bi awayeke rehet tevdigerin û rûyên wan jî tê xuyakirin, 2 wesayît û 6 çete û wesayîta leşkerî ya tirkan di heman kareyê de tên dîtin jî balê dikêşê.
Li rojhilatê Kobanê pevçûnên di navbera YPG û çeteyên DAIŞ’ê de didome, li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê li hemberî qereqola tirkan hawan û doçkayên xwe bi cih kirine û êrîşan pêk tînin. Çeteyên ku li qereqola hemberî gundê Merdîsîmêl a Pirsûsê bi cih bûne bi awayeke rehet tevdigerin.
Rûyên çeteyan jî bi rehetî tê dîtin bi bin riya hesin bi cih bûne û cebilxaneyê jî li ber çavên leşkerên tirk taqwiye dikin û bi hewanan êrîşî Kobanê dikin. Hemû liv û tegera çeteyan tên dîtin.
Di wêneyan de wesayîtên hummer û tankekî ji aliyê YPG/YPJ’ê ve hatiye darbkirin j îtê dîtin, wesayîta leşkerên tirk, wesayîtên DAIŞ’ê û 6 çete jî di heman kareyê de tên dîtin.
Dîsa di xeta sînor de gelek çete li hin noqteyan tên dîtin û li dora riya hesîn j îli hin noqteyan nobetê digirin. Ev liv û tevgera navborî bi rojan e li gundê Merdisimêlê li ber girê ku leşkerên tirk hatine bicihkirin pêk tê.
(zt)

