Li kampa Êzidiyan ya Çinarê anket hat li darxistin
09:14
Nurcan Yalçın / JINHA
AMED – Li Çinarê ji bo Êzidiyên ji ber êdîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane kampek hatiye avakirin û niha 210 Êzidî di wê kampê de dijîn. Navenda Jinan ya Şaredariya Çinarê hewildan ser 210 Êzidiyên di kampê de dimînin çêkin. Li gorî anketê ji sedî 71’6 Êzidî ji ber travmayên jiyan kirî û tirsa jiyan kirina qirkirinek dinê êdî naxwazin vegerin Şengalê.
Li navçeya Çinarê ya Amedê ji bo Şengaliyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê karîne canê xwe rizgar bikin kampek hatiye avakirin. Niha di kampê de 210 Şengalî dijîn. Navenda Jinan ya Şaredariya Çinarê ser Şengaliyên di kampê de dijîn anketek çêkirin. Ji Şengaliyên nava kampê yên temenê wan ser 14 saliyê re pirsên weke bûyerên jiyan kirî, kî alîkarî dide DAIŞ’ê, aliyên êrîşan, çawan xwe gihandin Roboskiyê, hêviyên wan yên ji pêşerojê û daxwaza wan ya paş de vegerê hatin pirsîn.
Girêdayî anketê Civaknasa Navenda Jinan ya Şaredariya Çinarê Halide Turkoglu diyar kir kul i kampê piranî jin û zarok dijîn. Halîde da zanîn k udi encama anketê de peyamên giring hatin dayîn û got: “Qêrînên wan ji bo yên li hemberî qirkirinê bê deng mayîn û biryarên dereng mayîn bûn.” Halîde anî ziman ku yên hatî ji sedî sed ji ber êrîşên DAIŞ’ê cîh û warên xwe berdane û hatine û wiha domand: “Li gorî Şengaliyên li kampê jiyan dikin ji sedî 99 sazî û rêxistinên alîkarî dayîn wan û ew gihandîn Roboskiyê PKK, HPG û YPG bûne. Sedema bi hêzbûna DAIŞ’ê erebin. Ji ber cîranên wan ereb hene û ewana alîkariya DAIŞ’ê dikin. Şengaliyên li kampê naxwazin vegerin ji ber ditirsin carekedinê ereb pişgiriya DAIŞ’ê bikin û qirkirinekdinê ser wan bikin.
Ji sedî 71’6 Şengaliyên li kampê dijîn bersiva na dan pirsa ‘Gelo dema li Şengalê şer raweste jî hun nafikirin vegerin Şengalê?’ Ev jî ji ber bê baweriya wan ya li heberî erebane. Ji sedî 79;5 ji ber her dem qirkirina Êzidiyan berdewame ew naçin. Ji sedî 75, 5 xizmên wan li Ewrupa hene. Yên xizmên wan hene û dixwazin biçin Ewrupa ji sedî 96,1 in.”
‘Ewana hîna tirsa berdewama qirkirinê dijîn’
Halide anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê ser gelê Êzidî tiravmayek gelek mezin dane jiyan kirin û wiha berdewam kir: “Din ava gelek malbatan de wenda hene. Hinek ji wan zarokên wan yên keç çawan ji destê wan derxistine û birine, ew çawan reviyane canê xwe rizgar kirine vedibêjin. Hinek jê jî çete nedîtine lê çawan ji tirsan reviyane dibêjin. Hinek ji wan din ava zeviyan de dixebitîn xeber ji bo wan hatiye û ji wê reviyane. Hinek ji wan jî diyar dikin ku beriya DAIŞ’ê cîranên wan yên ereb ser wan de girtine , êrîşî wan kirine û paşê reviyane rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatine.”
(zt

