Ji jinên Rojhilatanavîn li hemberî çeteyên DAIŞ’ê banga yekbûyînê

09:16

Perihan Kaya / JINHA


AMED – Jinên ji Misir, Tunus û Lubnanê bi boneya tevlîbûna Civîna Amadekariyê ya Herêma Rojhilatanavîn ya li Amedê hatî li darxistin bûn rewşa Rojhilatanavîn û DAIŞ’ê nirxandin. Jinan diyar kirin ku divê hemû jin jinên Rojhilatanavîn ji bo xwe mînak bigirin û divê hemû jin li hemberî êrîş û qirkirinên DAIŞ’ê bi hev re tevbigerin.


Ji bo amadekariyên 2’emîn Konferansa Jinên Cîhanê ji Misir, Tunus û Lubnanê jin tevlîbûna Civîna Amadekariyê ya Herêma Rojhilatanavîn ya li Amedê hatî li darxistin bûn. Jinan rewşa Rojhilatanavîn û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê nirxandin. Jinan dan zanîn ku DAIŞ’ê ziyanek mezin daye Rojhilatanavîn ji ber wê jî divê jin li hemberî wan êrîşan xwe bikin yek û hêza xwe ya cewherî pêşbixin. Parêzvana Mafê Jinan ya Tunusê Salwa Benafiaeq Giga got: “Jin dixwazin bi hevre li dijî şer û pevçûnên ku di vê serdemê de diqewime derkevin û aştiyek mayinde li cîhanê bêk bê. Terorîst ji xwe re Rojhilata navîn kirine navend. Jinên Rojhilata navîn jî jinên aştî xwazin ji ber ku demên dirêj ew di nava şer de jiyankirine ji ber vê yekê jî jinên Rojhilata navîn dîtin ku pêwîste bi hev re pîlana pirojeyên xwe yê  siberojê bikin. Yek ji van pilana bidestxistina mafê jinane.”


‘Divê jin li hemberî van rewşan bêdeng nemînin’


Salwa anî ziman ku li Rojhilatanavîn DAIŞ weke nûnerê şerê heyî rol dilîze û wiha domand: “Şer û terora ku li Rojhilata navîn diqewime di rêxistina DAİŞ de tê temsîlkirin. Herwiha İslama siyasî jî xetereyek mezin ser pêşeroja Rojhilata navîn e. Jin  di vê pêvajoyê de parezvanên civak û cîhanê ne û dê bibin berxwedêr û li dijî van hêzên reş derkevin. Jin dê bi yek deng û yek biriyarê bibêjin 'Na ji bo terorê ' , ' Na ji bo şer, em aştiyê dixwazin'. Em naxwazin di pêşeroja xwe de jinên ku weke koleyên seksî bên firotin û karên bazirganî ser wan bê kirin. Ev dîmen me vedigerîne serdema Cahiliyetê û koletiya mirovan. Em jin bi nirxên rûmeta gelan re ne.”


'Jin mexdurê hemû şeranin'


Rojnamegera Lubnanê  Saada Dip Alwa jî destnîşan kir ku bûyerên ku îro li rojhilatanavîn diqewime ji bûyerên  ku di sala 1946'an  li Filistînê çêbû ne cûda ne û wiha berdewam kir: “Di sala 1946'an  de dema ku Îsrail dewleta xwe ya desthilatdar ser erdê Filistînê ava kir. Ji wê demê de heya îro mayîna dewleta Îsraîl armance her sîstemên desthilatdar e. Perçekirina Rojhilata Navîn jî hîn berdewamiya ew piroja ku ji aliyê wan sîstemên desthilatdar hatiye orgenîzekirin. Herwiha ev perçebûn xizmeta hebûna Îsrail  wekî dewlet  dike. Emerîka dixwaze ji cîhanê re bide xuyakirin ku ew ê tenê karibe li dijî DAIŞ'ê şer bike û DAİŞ tune bike. DAIŞ xeteryeke mezin e lê divê her kes zanibe ku DAIŞ weke rêxistin ji aliyê Emerîka bi xwe ve hatiye damezrandin. Bandora şer ya ku li rojhilatanavîn diqewime ser her kesî heye lê piranî ev bandor ser jinan dibe. Ji ber taybetmendiya derûniya jinan ew dibin mexdûrên her şerî. DAIŞ jinan difroşe û wan tecawiz dikin ev yek bandorê ser her jinê dike. Dibe ku partiyên azadî xwaz  yên li Rojhilatanavîn bidestxistiyên xwe wenda bikin, lê tenê partiyên ku armanca wan azadiya gelê wane ser piya bisekinin. Jin jî di vê rewşê de neçarin ku tevlî berxwedanê bibin û bi çekan derkevin pêşberî ev hêzin desthilatdar. Divê em bi awayekî teng ne fikirin û nebêjin ku jin tenê dikarin bajarên xwe ji van hêzên desthilatdar xelaskin ji ber  ku ev berpirsiyarî ser milê jin û mêran e jî . lê jin divê bi tundî parastina mafê xwe bike û têbikoşe da ku karibe wekheviyê bidestbixe.”


 


'ABD sazumaniya aboriya DAIŞ’ê bihêz dike'


Rojnameger  NourEl - Hoda Zaki jî balkişand ser pêvajoyên Îslama Misrê ser Misirê hikumdarî dikir û wiha got: "Hikûmeta Misrê ya Îslamî dema ku Misir hukum dikir serokomarê ku ji aliyê wan hatibû tayîn kirin wekî nûnerê xwedê dihat dîtin. Me bi têkoşîna xwe dawî li sîstemê anî û em jê xelas bûn. Rêxistina DAIŞ ji aliyê Emerîka ve hatiye çêkirin, herwiha bingeha xwe ya aborî jî ji Emerîke wergirt. Ev yek ji aliyê Ban kî Mon ve jî hat aşkare kirin dema ku ji Emerîka û hin dewletên Ewrûpa xwest ku nema piştgiriya aborî ya DAIŞ bikin. Armanca wan jî perçekirina Sûrî û Îraqê ye. Divê ku jin dijberî vê rêxistina terorê derkeve.”


‘Em jinên kurd pîroz dikin’


Nour El diyar kir ku divê jin li hemberî êrîşên DAIŞ’ê derkevin û wiha domand: “Jinên Rojhiltanavîn divê jina kurd ji xwe re mînak bibîne. Jinên kurdên Sûrî perwedehiya leşkerî dibîne da ku karibe parastina xwe û welatê xwe bike. Em weke jinên Misir bi yek deng dibêjin ku em têkoşîna jinên kurd pîroz dikin û piştgiriya wan dikin. Herwiha divê em jin  bi denekî bang bikin û hovîtiya DAIŞ'ê şermezar bikin”


‘Di Rojhilatanavîn de rêxistina jinên kurd hêze’


Ji Meclisa Jinên Sosyalîst jî Mukaddes Erdogdu Çelik jî diyar kir kul i Rojhilatanavîn êrîşî nirxên jin nûneriya wan dikin tên kirin, li hemberî van êrîşan jî jinên kurd bersivê didin û wiha dom kir: “Tevahî cîhanê qala rêxistina jinan dike. Ev rêxistin jî rêxistina jinên kurde û rêxistinên jinan yên nava Tirkiyê deye. Yek ji sedemên DAIŞ êrîşî vêderê dike jî eve. Li cêhên ku rêxistina kurdan pêşdikeve jî di serî de jin hene. Ev êrîş ne tesadufin. Berxwedana tê dayîn berxwedana jinane. Li cêhên ku berxwedan û nirê jinan lê neber mirovahî nikare li wê pêş bikeve. Em weke jinên Tunus, Lubnan û Misirê me hemû tuştên xwe wenda kirin. Ji ber wê jî divê hemû rêxistinên jinan yên cîhanê bên beşdarî berxwedana jinên Kurdistanê bibin.”


(şh/zt)