Li herêmê dê Cejna Qurbanê weke ‘Cejna Reş’ bê derbaskirin
10:25
Berivan Sumer / JINHA
WAN – Ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê berdewam dike li herêmê gelê kurd vê cejna qurbanê weke ‘Cejna Reş’ binav dikin. Welatiyan diyar kirin ku ev 40 salin hemû cejin ji bo gelê kurd bûne cejênê reş. Welatiyan dan zanîn ku heya şer ser Kobanê berdewam bikin dê tenê rojeva wan Kobanê be û heya dawiyê li gel Kobanê bin.
Ji ber şerê li ser erdnîgariya Kurdistanê berdewam dike ev 40 salin hemû cejin ji bo gelê kurd bûne “Cejnên Reş” û heya şer berdewam bike dê wiha cejin jî bi reşbînî bên pîroz kirin. Kantona Kobanê ya Rojava ku ev 3 salin xweseriya xwe avakirî bûye hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku hêza xwe ji hemû hêzên navnetwî digirin Cejna Qurbanê vegerandine gola xwînê. Dê li tevahiya Kurdistanê Cejna Qurbanê ya ku ji aliyê hemû Alema Îslamê ve tê pîrozkirin ji ber berdewam kirina êrîşên ser Kobanê û li hemberî wan êrîşan bêdengmayîna hêzên navnetewî weke “Cejna Reş” bê derbaskirin. Welatiyên Wanê çima dê Cejna Qurbanê weke “Cejna Reş” bê berbaskirin vegotin.
‘Ji xwe me tucarî cejin pîroz nekiriye …’
Ji welatiyên Wanê Guneş Ogmen diyar kir ku bi salane tundiya ser gelê kurd berdewam dike û got: “Bi salane dewleta Tirkan hewildide gelê kurd biperçiqîne. Em dizanin li peyî DAIŞ’ê dewleta tirk heye. Lê kes di ferqa vê qêrikirinê de nîne û çavên xwe digirin û bêdeng dimînin.” Guneş da zanîn ku ji ber berdewam kirina êrîşên ser Kobanê dê cejin weke “Cejna Reş” derbas bibe û wiha got: “Li Kobanê mirov ji tîn û birçînan din ava şer de jiyana xwe ji dest didin. Ji xwe ji ber berdewam kirina şerê bi salane berdewam dike ji xwe me tucarî cejin pîroz nekiriye.”
‘Emê qurbanê xwe bişînin Kobanê’
Oznur Canan jî balkişand ser êrîşên ser Kobanê berdewam dike û wiha domand: “Tecawîza Şengalê parçeyek ji polîtîkayên qirêj ya ser jinan berdewam dikiye. Hema her cejin şehîd û wendahiyên me çêdibin. Ji tîn û birçînan zarokên me dimirin. Zarokên li Şengal û Kobanê weledên mene. Me ev cejin weke cejna reş îlan kir. Emê qurbanên xwe jî bişînin Kobanê.”
‘Cejna Qurbanê ji bom e cejna reşe’
Jiyan Cebe jî da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê jinên kurdên Êzidî tacî û tecawîz kirin û wiha berdewam kir: “Cejin pîroz kirin yan jî qala pîrozkirina cejnê kirin jî şermeke mezine. Li bakurê Kurdistanê tu cejin nîne. Divê şekirê cejnê nekeve hindirê tu malan. Ji ber li herêma Rojava û tayîbetî jî li Kobanê mirov tên qetilkirin. Ev cejin ji bom e cejna reşe.
‘Divê şoreşa Rojava li her derê belav bibe’
Şahîn Şanci jî diyar kir ku dibin pêşengiya YPJ’ de jin pêşengiyê ji şoreşek mezin re dikin û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku jinên kurd xwediyê hêz û felsefeya bilindkirina şoreşêne. Îro hemû jinên kurd li hemberî DAIŞ’ê serî hildane. Heger li Kobanê birînek heye jê xwîn diherike li vêderê jî cejin bê pîroz kirin dê rewşek gelek ecêb be.”
(zt)

