Abdullah Ocalan : Rastiya Kobanê û pêvajo girêdayî hev in

11:04

JINHA


ENQERE - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi heyeta HDP'ê re li Girava Îmraliyê 5 saatan hevdîtin pêk anî balkişand ser êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û wiha got: "Eger ev hewldana komlujiyê encam bide, wê hem pêvajoyê bi dawî bike, hem jî dê bingehekî ji derbek nû û demdirêj re pêk bîne." Ocalan bang li hemû kesên ku naxwazin li Tirkiyeyê rêwîtiya pêvajo û demokrasiyê bi dawî bibe kir ku bi avayeki cidî xwedî li Kobanê yê derkevin. Ocalan derbarê pêvajoyê de wiha got: "Hevdîtinên bi avayekî teng li vir tên meşandin, aliyê biryardariya muzakereyê zelal bûye û em li ser vê li hev hatine. Di qonaxa em niha gihiştinê de nexşerê û plana çalakiyê derketiye holê."


Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan duh li Girava Îmraliyê bi heyeta HDP'ê ya ji wekîlên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken û Alîkarê Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sirri Sureyya Onder pêk dihat 5 saetan hevdîtin pêk anîn. Heyet piştî ji giravê vegeriyan û derbarê hevdîtina bi Ocalan re daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Peyama Ocalan ji heyetê re ragihandiye wiha ye: 

"Di vê dema ku geşedanên grîng hatine jiyandin demek krîtîk e. Ne tenê ji bo heremê, ji bo pêşeroja mirovahiyê jî em di rojên li ser devê kêrê ne. Hevdîtinên bi awayekî teng li vir tên meşandin, aliyê biryardariya muzakereyê zelal bûye û em li ser vê li hev hatine. Di qonaxa ku em niha gihiştinê de nexşerê û plana çalakiyê derketiye holê.

Tişta girîng a yekemîn ew e ku nexşerê û plana çalakiya bi ser rêgezên bi wate hatiye çarçovekirin. Lewma plana çalakiyê jî bi rêgezên îdeal neyên binirxandin wê bibe metnekî zuha ye. Zemîna ku ev rêgez wê li ser bên diyarkirin ku di serî de lijneyan û komîsyonan, bi pêkanîna lebatên muzakereyê pêkan e. Di vê çarçoveyê de tu astengî li ber pratîkbûna vîna muzakereyê ya di lijneya wezîran de derketiye holê nemaye. Li gorî vê metna hatiye fermîkirin û naveroka metnê, destpêkirina muzakereyên fermî ya bi lez gelek giring e. Ji bo pêşeroj û silametiya vê pêvajoya ku me bi cidiyet û fedekariyek mezin kariye binîn vê qonaxê, girêdayî avêtina gavên lez û cidî ne. Loma, hemû cîhan şahidiyê dike ku rêxistina hov DAIŞ a ku em dikarin bêjin JÎTEM'a Rojhilata Navîn e, dikare çi bike. Dorpêçkirina Kobanê ji bilî dorpêçkirina bajarekî, ne tenê destkeftiyên demokratîk ên gelê kurd nake armanc, wê Tirkiyeyê jî tê pêvajoyek derbê ya nû ye. Eger ev hewldana komkujiyê encam bide, wê hem pêvajoyê bi dawî bike, hem jî dê bingehekî ji derbek nû û demdirêj re pêk bîne.

Her kesên ku dixwazin rastiya meseleya Kobanê û Rojava bila vê rastiyê baş bizanin. Ez bang li hemû kesên ku naxwazin li Tirkiyeyê rêwîtiya pêvajo û demokrasiyê bi dawî bibe dikim ku bi awayeki cidî xwedî li Kobanê yê derkevin. Tê dîtin ku di nava dewletê de hêj hin kesên alîgirên çareseriyê û yên heviya wan ji tunekirinê û hebûn û tunebûna wan hêj hene. Divê yên piştgiriyê didin çareseriyê di demê de û bi awayekî çalak mudaxale lê bikin. Ev gelek girîng e. Di vê derbarê de, ez cardin bibîrtînim ku rastiya Kobanê û pêvajo ji hevdu nayên cudakirin û bang li hemû kesî dikim ku xwedî li rêwitiya me ya demokrasiyê û têkoşîna me ya mirovahiyê ku bi bedelên giran me anîne vê rojê derkevin. 

Ez di serê de ji gelê Kobanê, re, her wiha ji gelê me yê li Şengal, Cezaa, Rabîa û Mexmûr ku li hemberî êrîşên hov ên DAIŞ'ê berxwedanekî mezin didin nîşandan û gelê me yê li her çar aliyê welat piştgiriyê didin vê berxwedanê re silavên xwe dişînim.”

(zt)