Kurd û Ereb saziya jiyana hevbeş avadikin

12:30

JINHA


HESEKÊ - Li gundê Gundik yê bakûrê bajarê Hesekê ku welatiyên Kurd û Ereb komînên ku jiyana hevbeş temsîl dike avakirin.


Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanac avakirina komîna gundê Gundik  yê girêdayî bajarê Hesekê ku ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb her wiha koçberên bajarên din  pêk tên civînek lidarxist. Bi tevlîbûna sedan ji şêniyên gundê Gundik û Endamên TEV-DEM Sabir Reşad û Hejar Mehmûd  civînek li qada gund li darxistin. Pîştî deqeyeke rêzgirtinê Endamê TEV-DEM’ê Hejar Mehmûd êrîşên li ser herêma Kobanê şermezarkir  û rola hêzên navnetewî û hewldanên wan di dagirkirina Rojhilata Navîn dest nîşan kir.


Hejar armanca Netewa Demokratîk di avakirina civakek nû ser bingehê wekhevî û aşitiyê di navbera hemû pêkhateyan de nîşan kir û sîstema komînan ji beşdaran re şîrovekir. Di civînê de du hevserokên komînan  li gorî piraniya dengan hatin hilbijartin navên wan ev e: Terfa Şikrî Eyo,Mihyedîn Şêx Xelîl. Her wiha 3 endamên din  Mediya Cûma ,Ehmed Hûlî Xalid û Fewaz Mûsa Mihemed weke endamên dîwanê hatin hilbijartin.


Di civînê de komîteyên komînê hatin avakirin : komîteya parastinê , aborî, xizemtê ku 4 endaman pêk tê hate avakirin.


(zt)