Amed ji bo Kobanê di çalakiyan dene

12:48

JINHA


AMED – Bi boneya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser herêma Kobanê li Amedê esnafan derê dikanên xwe venekirin, gelek wesayît tevger nakin û dibistan hatin boykotkirin.


Bi boneya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê îro li navenda Amedê û navçeyên wê esnafan derê dikanên xwe venekirin, gelek wesayît tevger nakin. Piştî banga Însiyatîfa Gel ya “Rawestandina Jiyanê” li tevahiya bajêr dikan nehatin vekirin û her der ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Li navçeya Yenîşehîrê di serî de semta Ofîsê, Şehîdlig û Fiskaya jî di nav de esnafan cihê karên xwe venekirin. Li semta Baglarê jî li cihên weke Goçmenler, Sento, Medine bulvarî, Sunay, Turgut Ozal Bulvari, Kuruçeşme, 5 Nîsan, rêyên Emek û Ogretmenler, li taxên weke Kayapinar, Huzurevleri, Dicçekent û Peyas jî dikan girtîne. Weke navçeyên navendê navçeyên ji derve jî bi heman şêweyî esnafan derê dikanên xwe venekirin. Her wiha xwendekaran dibistan boykot kirin û cihên otobusan nehatin vekirin.   


Navend dibin dorpêça polîsan dene. Li ser rêya Goçmenler ya Rezan ciwan hatin bahev û çalakî kirin polîsan bi ava şid û gaza îsotan mudaxeleyî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi beran û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Hat zanîn kul i gelek deverên Amedê çalakiyan despêkirin.


 (zt)