Çete di gundê Helincê de man
12:57
Cotmeh
2
/ 2014
JINHA
KOBANÊ – Di pevçûnên li gundê Helincê yê li rojhilatê Kobanê de, şervanên YPG’ê derbeyên mezin li çeteyên DAIŞ’ê xistin û bi dehan ji wan hatin kuştin.
Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê yên li herêmê, şer û pevçûnên ku bi rojane li gundê Helincê didomin, îro dijwar bû. Nûçegihanan ragihandin ku şervanên YPG’ê derbeyên gelekî mezin li çeteyan xistine, gelek ji wan hatine kuştin û cenazeyên wan hîn li erdê ne. Hate ragihandin ku çete gelekî tengav bûne û ji bo ku kuştiyên xwe ji qada şer bibin, êrîş dikin.
(zt)
