Li Amedê çalakî berdewam dikin

13:14

JINHA


AMEDLi Amedê çalakiyên protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê kû û protestokirina AKP’ê berdewam dikin. Polîs derdora avahiya AKP’ê girtine, welatî jî ber bi Navenda DBP’ê ya Amedê ve diherikin.  


Çalakiyên protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê yên serê sibê li Amedê despêkirîn bi giranî berdewam dikin. Li Parbak Bîrdariya Roboskiyê ya Peyasê din av de Hevseredarên Peyasê Fatma Arşîment û Mehmet Ali Aydin jî heyî gelek welatî kombûne. Girseya ku kombûne xwestin ber bi avahiya AKP’ê ya navçeyê ve bimeşin. Polîsan destur nedan vêcarê jî girse ber bi avahiya AKP’ê ya navendê ve meşiyan. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxeleyî girseyê kirin. Bi hezaran polîs li ber derê avahiya AKP’ê ya Amedê kombûne.


Li ber avahiya Navenda DBP’ê ya Amedê jî bi boneya protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê gelek welatî kombûne agir vêxistine û bi duruşmên weke “Bijî berxwedana Kobanê” bilind dikin. Welatî ji aliyê Turgut Ozal Bulvari ve bi duruşmên weke “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” ber bi navenda DBP’ê ve diherikin. Li navçeya Yenîşehîrê taxên wekek Şehîtlik jî welatî kombûne bi duruşmên weke “Bijî berxwedan Kobanê”, “Qatîl DAIŞ û hevkar AKP” û “Kurdistan dê ji bo DAIŞ’ê bibe gortistan” bilind dikin, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê û helwesta AKP’ê protesto dikin. Li Amedê çalakî berdewam dikin.


 (zt)