Dayîkên Aştiyê, ji bo Kobanê avahiya AKP'ê dagir kir
13:54
Cotmeh
2
/ 2014
JINHA
STENBOL - Dayîkên Aştiyê bi boneya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û piştgriya AKP'ê ya ji çeteyan re avahiya AKP'ê ya Bagcilarê dagir kir.
Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê û gelek welatî bi boneya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê ya Rojava û piştgriya Hikûmeta AKP'ê ya ji çeteyên DAIŞ'ê re avahiya Rêxistina AKP'ê ya Navçeya Bagcilara Stenbolê dagir kir. Dayîkên Aştiyê piştî avahî dagir kir, pace vekirin û dirûşmên ""Biji Berxwedana YPG" û "Kujer DAIŞ, tevkar AKP" berz kirin.
(zt)

