Ji bo Hevserokatiyê biryara 'Rawestandina rêvebirinê'

14:39

JINHA


AMED -3'emîn Dadgeha Îdare ya Amedê, di doza ji bo betalkirina "Rêziknameya Xebata Hevserokan" ya ji aliyê meclîsên şaredariyên Sûr, Rezan, Farqin, Bismil, Çinar û Hênê hatibû derxistin de biryara "Rawestandina rêvebirinê" da. 

Qeymeqamtiyên navçeyên Sûr, Rezan, Farqin, Bismil, Çinar û Hênê yên Amedê ji bo betalkirina "Hevserokatiyê" ya di şaredariyên DBP'ê de doz vekiribû. 3'emîn Dadgeha Îdare ya Amedê, di doza ji bo betalkirina "Rêziknameya Xebata Hevserokan" ya ji aliyê meclîsên şaredariyên Sûr, Rezan, Farqin, Bismil, Çinar û Hênê hatibû derxistin de biryara "Rawestandina rêvebirinê" da. Dadgehê, bi hinceta ku "Hevserokatî" di qanûnên şaredartiyê de tuneye ev biryar da. 

Ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî doz hatibû vekirin lê hêj derbarê vê dozê de tu biryar nehatine dayîn. 

(zt)