Alîkariyên ji bo Kobanê tên astengkirin

15:58

JINHA


RIHA – Tirkiyeya ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê vedike alîkariyên ji bo gelê Kobanê tên kirin jî asteng dike. Mele Suleyman Kurşun (Mele Gewrî) yê 2 TIR alîkarî bi derfetên xwe ve kom kiriyê li sînor tê rawestandin û destûr nayê dayîn li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da. 

Mele Suyelman Kurşen (Mele Gewrî) yê ku xwest ji bo piştevaniya gelê Kobanê yên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin alîkariyên ku kom kiriye bişîne li noqteya leşkerî ya sînor hate astengkirin. Kurşun ê ku alîkariyên ku berê jî kom kiribû hate astengkirin û niha jî 2 TIR xwarin, malzemeyên paqijiyê, cil û betanî kom kiriye tê astengkirin nerazîbûn nîşan da. Kurşun ê ku ji bo li Kurdistanê aştî pêk bê beriya meheke Komîsyona Edalet û Aştiyê ava kiriye, diyar kir ku ew dixwazin di warê partî, gel, siyasî û civakî de yekîtiyê ava bibin. Kurşun bilêv kir ku kurdan 200 salan li alema îslamî desthilatdarî kirine lê xwe li ser ku kesan ferz nekirine, înkar nekirine û ziman qedexe nekirine, di navbera ceza û başiyê de başî xurt kirine yê cîranên wan ên ereb, tirk û farisan ji bo kurdan ji axa xwe bikin hemû polîtîka meşandine. 

Kurşun ji bo pirsgirêka kurd pênaseya “pirsgirêkeke bûye kanser” kir û diyar kir ku pirsgirêk bi pansumanê nayê çareserkirin û wiha berdewam kir: “Heke mirov bi hevokekî dê pirsgirêk çawa bê çareserkirin bîne ziman, ancax statuya Kurdistanê bê dayîn dikare bê çareserkirin. Heke tirk bi rastî jî dixwazin ev dram bi dawî bibe divê kurdan nas bikin. Em rayedarên tir hişyar dikin, heke pêkanînên herêma tamponê bikeve meriyetê ev dê bibe benzin avêtina li ser agir. Em hikûmeta tirkan vedixwînin îzanê. Bila dîrokê baş bixwînin. Geleke ku ji bo serxwebûn û azadiyê rabûye ser piyan têk naçe. Heke dixwazin ev agir vemire bila statuya kurdan nas bikin.”

‘Ya ku bandorê li ser me dike pêkanîna zilmê di bin navê ol de ye’

Kurşun got ku ew ji bo mirovên ku ji warên xwe tên kirin ketine nava tevgerê û wiha berdewam kir: “Em ji bo alîkariya malbata xwe hatin. Em berê jî hatibûn niha jî hatin. Dê alîkariyên me bidome. Li dora Kobanê şer gur bûye, me bihîst ku DAIŞ heta dora Kobanê, ji ber vê yeke me xwe amade kir û em hatin sînor. Me ji leşkerên vir re got em dixwazin derbas bin. Em misilman in, kurd in, em bawer dikin ku îslam ola haq e. Me ev dram heq nekir. Çavên me li axa kesekî nîn e. Zilmek heye. Gund hatin şewitandin, hatin talankirin. Ta û derziyek jî nehat hiştin. Em bang li hemû cihanê dikin, heke mirov bin bila dest bavêjin vê dramê. Em nabêjin bila ew bi bombeyên atomê bên şewitandin, hiyweşandin. Me ev heq nekir. Tenê bila zilma yêh xwedê nas nakin bila bi dawî bikin. Bi taybetî jî di bin navê ol de pêkanîna zilmê bandorê li me dike.”

(zt)