Di çalakiyên li Amedê de agir tên vêxistin
16:16
JINHA
AMED – Li tevahiya Amedê bi boneya protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser kantona Kobanê û alîkariya AKP’ê ya ji bo çeteyên DAIŞ’ê ji serê sibê de çalakiyan despêkirine. Hîna li her derê çalakî berdewamin, li her deverên bajêr agir hatiye vêxistin.
Bi boneya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser herêma Kobanê û alîkarîdayîna AKP’ê ya çeteyên DAIŞ’ê li tevahiya Amedê ji serê sibê de derê dikanan nehatine vekirin. Ji serê sibê heya niha li tevahiya bajêr çalakî hene. Li hemû navçeynên bajêr çalakî didome û tevahiya bajêr ji ber vêxistina agir din ava dumanê de ma. Li Amedê yek ji cihên herî çalakî lê bihêz jî Tesîsler Turgut Ozal Bulvariye. Welatiyan li Tesîsleran şelîtek ya cadeyê girtin agir vêxistin û rê ji çun û hatinê re girtin.
Ciwanên ku agir vêxistin duruşmên weke “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” bilind kirin. Li ser şelîta dinê ya bulvarê wesayîtên derbaz dibin bi dengê qorneyan piştevaniya çalakiyê dikin. Polîs jî bi TOMA û welayîtên zirxî û aqreban, bi ava şid û bombeyên gazê mudaxeleyî çalakvanan dikin. Çalakvan jî bi keviran bersivê didin wan. Wesayîtên zirxî bombeyên gazê avêtin bolkona malekê. Welatiyên derdorê jî ji ber avêtina bombeyên gazê bi zorê nefes digirin û didin.
Di tevahiya rojê de li hewa jî gerîna helîkopterekê balê dikişîne.
Çalakî berdewam dikin.
(zt)

