Cenazeyê Muslum û Lezgîn ji aliyê bi hezaran ve hatin oxirkirin
16:50
JINHA
RIHA - Cenazeyê Endamê HPG'ê Muslum Kaçim (Mervan Gezgor) ku li navçeya Daquqa Kerkûkê di encama şerê bi çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dabû û cenazeyê Endamê YPG'ê Lezgîn Ahmet Bekîr ê li Kobanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê bi hezaran kesî ve hate oxirkirin.
Cenazeyê Endamê HPG'ê Muslum Kaçim (Mervan Gezgor) ê 28 salî ku li navçeya Daquqa Kerkûkê di encama şerê bi çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dabû ji Silopiyê hate wergirtin û piştî muameleya otopsiyê ya li Amedê ji navçeya Pirsûs ya Rihayê re hate şandin. Cenazeyê Kaçim, li Goristina Kara Koyê bi xwendina sirûda Çerxa Şoreşê hate definkirin.
Endamê YPG'ê Lezgîn Ahmet Bekîr ê 22 salî ku li Kobanê di şer de birîndar bûbû û ji bo dermankirinê anîbûn Nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan û li gel hemû hewldanan nehate rizgarkirin. Cenazeyê Bekîr, piştî otopsiyê ji aliyê li Goristana Şaredariyê ya Pirsûsê hate definkirin. Girseyê di merasîma cenaze de dirûşmên "Roj îro ye, sibê dereng e", "Ey şehîd xwîna te erdê namîne", "Ey şehîd riya te riya me ye" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kir.
Li aliyê din, cenazeyên Ridvan Îzîdîn, Rojîn Osman Muhammed Şîfrî û Abdullah Garîp ji Deriyê Sînor ya Murşîtpinarê hatin wergirtin û ji bo otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Cenaze dê piştî muameleya otopsiyê ji Kobanê re bên şandin. Cenazeyê Muhammed Şîfrî jî dê bişînin bajarê Reqqa ya Suriyeyê.
(zt)

