Ji bo şervana YPJ'ê li Edeneyê mewlûd hat dayîn

17:20

JINHA


EDENE - Ji bo şervana YPG'ê Fatma Cemîl Beko (Desta) ya ku di 26'ê îlonê de li gundê Yediqê di encama êrîşa DAIŞ'ê ya li ser Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hat dayin. 

Ji bo şervana YPG'ê Fatma Cemîl Beko (Desta) ya ku di 26'ê îlonê de li gundê Yediqê di encama êrîşa DAIŞ'ê ya li ser Kobanê de jiyana xwe ji dest da, di ber derê nûnertiya DBP'ê ya Gulbahçeyê mewlûd hat dayîn. Rêveberên HDP û DBP'ê, MEYA-DER, DOKH û gelek welatî tevli mewlûdê bûn. Ligel postêrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, postêrên YPG û YPJ'iyan jî hatin daliqandin. Piştî rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane pismamê Beko Hasan Bayram axivî û diyar kir ku şehidên ku tên dayin şehîdên hemû gelê kurd e û ji bo xwedî derketina berxwedana Kobanê bang li her kesî kir. 

(zt)