Li Wanê polîsan mudaxeleyî girseyê kirin
17:49
JINHA
WAN – Li Wanê welatiyên ku xwestin bi boneya protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û alîkarî dayîna AKP’ê ya DAIŞ’ê bimeşin rastî mudaxeleya polîsan hatin.
Li Wanê di bin pêşengiya rêxistina DBP’ê ya Wanê de welatiyên ku xwestin bi boneya protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û alîkarî dayîna AKP’ê ya DAIŞ’ê bimeşin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Dema ku welatî ji Parka Musa Anter, Cadeya Îkî Nîsan û ji navenda rêxistina navçeya Tuşbayê ya DBP’ê ve bimeşin polîsan mudaxele kirin. Piştî ku mudaxeleyî welatiyên li Parka Musa Anter hatin bahev kirin. Welatî di Cadeya Cumhuriyetê de meşiyan. Li wê jî polîsan mudaxeleyî girseyê kirin. Rageşî hîna berdewame.
(zt)
