Hîzbûlahan êrîşî rojnamegeran kirin: Rojnamegerek hat kêrkirin
18:06
JINHA
AMED – Li Amedê protestoyên ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê û alîkariya AKP’ê ya ji bo DAIŞ’ê berdewam dike. Li navçeya Rezan dema rojnamegerên ku dîmenên Hîzbûlahên çalakvanan digirin û teslîmî polîsan dikin digirtin rastî êrîşa hîzbûlahan hatin. Di dema êrîşê de 4 rojnameger birîndar bûn.
Li Amedê protestoyên ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Kobanê û alîkariya AKP’ê ya ji bo DAIŞ’ê li hemû taxan berdewam dike. Li taxa 5 Nîsan dema polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxeleyî çalakvanan dikirin, di vê navberê de hîzbûlahan jî çalakvan digirtin û didan destê polîsan. Dema ku rojnamegeran ew dîmen dikişanin rastî êrîşa hîzbûlahan hatin. Hîzbûlahan bi gotinên weke “Hun çima dikişînin” êrîşî rojnamegeran kirin. Hîzbûlahan porên jinên rojnameger kişandin û ew darb kirin.
Hîzbûlahan bi kulman êrîşî rojnamegeran kirin. Di êrîşê de Nûçegihanên Azadiya Welat Nihat Kutlu û Bişar Turgut li gel Nûçegihanên ajansa me Bêrîtan Canozer û Sarya Gozuoglu birîndarbûn. Rojnameger Bişar Turgut birîndarbûn û rakirin nexweşxaneyê. Dema ku hîzbûlahan êrîşî rojnamegeran kirin polîsan mudaxele nekirin.
(zt)

