Li İzmirê jin mal mal digerin û pirsgirêkên jinan tesbît dikin
08:42
Şehriban Aslan - Sarya Gozuoglu / JINHA
İZMİR – Jinên ku di Navenda Piştevaniya Jinan ya Bornova yê xebatan birêve dibin li Îzmîrê mal mal digerin pirsgirêkên jinan tesbît dikin. Derunasa Navendê Îlkay Aydin diyar kir ku ji bo tesbîtkirina pirsgirêkên jinan ew bi jinan re hevdîtinan dikin. Îlkay da zanîn ku ji bo hîn zêdetir di derbarê pirsgirêkên jinan de encamên baş bên girtin pêdivî bi avakirina meclisên taxan heye.
Di rêveberiyên herêmî de li wan herêman kêmbûna jinan hem di aliyê tevlîbûna jinan ya herêmên civakî de û hem di aliyê çareserkirina pirsgirêkên jinan û hem jî di aliyê xebatkarên jin yên nava karên rêveberiyên herêmî de zoriyan dide çêkirin. Derunasa Navenda Piştevaniyê ya Jinan ya Bornova yê Îlkay Aydin destnîşankir ku ew ji bo nîşandana pirsgirêkên jinan û çareserkirina wan bi jinan re hevdîtinê dikin.
‘Bi awayê reklaman bikin alîkarî didin jinan’
Îlkay anî ziman ku piranî tekoşîna jinan piştî şidetê despêdike û wiha got: “Beriya ku şidet bêkirin kes napirse ‘gelo emê çawan şidetê asteng bikin?’” Îlkay derbirî ku pergal ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan kar dikin ji bo reklama xwe dikin û wiha domand: “Nimune dema ku qutiyek erzaq didin yan jî malek ya sitargihên jinan amade dikin na fikirin dema navnîşana wê diyar be dê ji bo wan jinan metirsdar be. Li cihê ser van pirsgirêkên jinan bifikirin tenê ji bo reklama xwe dikin.”
‘Divê meclisên taxan bên avakirin’
Îlkay bibîr xisti ku ji bo baş xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan bên çareserkirin divê meclisên taxan bên avakirin û wiha berdewam kir: “Alîkariya pêwîst nayê dayîna jinan ji ber wê jî gelek dibin mexdurê mobbingan. Ev jî dibe sedema birêveneçuna xebatên jinan. Çî di aliyê rêxistinên jinan yên tayîbet debe, çî di aliyê xebatên jinên rêveberiyên herêmî be divê daçunek baş ji bo jinan bê dayîn.”
‘Mêr dikin dibe malê jinan’
Aktîvîsta Navenda Piştevaniya Jinan ya Bornova ya dibin banê Şaredariyê de xebatên xwe birêve dibe Semra Tar jî diyar kir kul i her deverên Tirkiyê pirsgirêkên jinan hemanin û wiha got: “Em malan tesbît dikin. Ji ber mêr diçin kar jin bi tenê di malê de dimînin ev jî dibe sedem ku em zêdetir li gel jinan diyalogên xwe pêş bixin. Em dikarin bibin şahidê bûyerên ku jinan jiyan kirine. Nimune di malekê de jinek 25 salî dayîka 3 zarokane. Têkiliya hevserê wê bi yek xizmên wan re heye. Ji ber bûyera hevserê wê jiyan kirî ew jin bi tenê jiyan dike. Her kes weke ku ev bûyer jinê jiyan kiriye dinêre. Weke her derê li vêderê jî mêr dike û weke jinê kiriye tê dîtin.”
‘Em hewil didin bibin lingê bingehîn yê xebatên jinan’
Semra da zanîn ku ew weke şaredarî alîkariyê didin jinên dibin mexdurê şidetê û wiha domand: “Em şêwirmendiya deruniyê dikin. Li kîjan cihî jin şidetê bibîne em wan jinan tînin li malên sitargehan bi cîh dikin û ji bo wan malavahiyê dikin. Li tevahiya Tirkiyê pirsgirêkên jinan pirin û divê ji bo vê birastî jî xebatên cidî bên kirin. Em hewil didin ji bo xebatên jinan bibin lingê bingehîn. Em jinan perwerde dikin, wan dikin xwedî agahî û bi hêz dikîn.”
(zt)

