Ji Dadgeha Malbatan ya Karşiyaka yê biryara mînak
08:47
Handan Tufan / JINHA
İZMİR – Li Îzmîrê 3’emîn Dangeha Malbatan ya Karşiyaka îmzayek gelek balkêş avêt binê dozek ya serlêdana cotekê. Jina ku ji ber hevserê wê girêdayî madeyane xwest ji hevserê xwe cuda bibe divê hevserê wê 600 TL tazmînat bide wê û wiha cuda bibe.
Li Îzmîrê 3’emîn Dangeha Malbatan ya Karşiyaka îmzayek gelek balkêş avêt binê dozek ya serlêdana cotekê. Jina ku ji ber hevserê wê girêdayî madeyane xwest ji hevserê xwe cuda bibe divê hevserê wê 600 TL tazmînat bide wê û wiha cuda bibe. Parêzera doz dişopand Canan Uçar rewşa dozê vegot. Canan diyar kir ku jina ji ber hevserê wê girêdayî madeyan bû dixwest jê cuda bibe dema ku serî li Dadgeha Malbatan da rastî tazmînatê hat. Canan destnîşan kir ku heta ev cara yekeme dozek wiha dibîne.
‘Min biryarek ya hêviyê dide dît’
Canan anî ziman ku ev 22 sale ew parêzeriyê dike carayekem rastî biryarek bi vî awayî bidawî bibe hatiye û wiha got: “Di doza me de ji ber wî kesî ziyan daye xwe tazmînat jê hat xwestin. Min ev biryarek wiha ecêb û hêviyê bide nedîtiye. Her çendî weke bavekê li kolanan alkol girtiye û vexwariye. Bi tu awayî madî û manewî zaran nedaye malê. Di dozê de weke di aliyê madî û manewî de ziyan daye malê di Dadgeha Malbatan de hat nirxandin.”
Canan derbirî ku her çendî tu nirxê wê tazmînatê pir nîne jî lê biryar giringe û dê ji bo biryarên ji niha û şun de jî bibe mînakek.
(zt)

