Çete bi topan êrîşî girê Meştenûr dikin
09:47
JINHA
KOBANÊ – Berxwedana şervanên YPG’ê û gelê Kobanê di roja xwe ya 19’an de berdewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî girê Meştenûr ê rojhilatê Kobanê dikin, êrîşa çeteyan rastî bersivdayîna şervanên YPG’ê hatin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê ANHA’yê ji herêmê girtiye, çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran girê Meştenûr a rojhilatê Kobanê topbaran dikin, şervanên YPG’ê jî bersiva çeteyan didin. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê derbên giran xwarin, vê carê bi çekên giran girê Meştenûr topbaran dikin. Şer û pevçûn li rojhilatê Kobanê berdewam dike.
Her wiha li eniyên rojava û başûrê Kobanê şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê didome.
(zt)
