Li sê eniyên Kobanê şer giran e

10:18

JINHA


KOBANÊ - Li eniyên başûr, rojava û rojhilat ên Kobanê, berxwedana YPG û gelê Kobanê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, dewam dike. Li her sê eniyan şerekî giran heye.


YPG û gele Kobanê di roja 19. de berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê dewam dikin.


Di navbera çeteyên DAIŞ'ê û YPG-gelê Kobanê de îro danê sibê li her sê eniyan pevçûnên dijwar qewimîn. Li eniyên başûr, rojhilat û rojava, berxwedana YPG û gel her diçe mezin dibe.


lı hemberî gırê meştenûrê êrîşa bı topa hawanê


çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran girê Meştenûr ê rojhilatê Kobanê topbaran dikin. Şervanên YPG’ê jî bersiva çeteyan didin. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin, vê carê bi çekên giran girê Meştenûr topbaran dikin. Şer û pevçûn li rojhilatê Kobanê berdewam dikin.


(zt)