Berxwedana dayîkên Kobanê didome
10:22
JINHA
KOBANÊ -Ji destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêma Kobanê dayîk li gorî derfetên xwe tevlî berxwedanê bûne û ji bo şervanên YPG/YPJ'ê xwarinê amade dikin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 15'ê îlonê de destpê kirin, hê jî bi dijwar didomin. Di nav de dayîk hemû welatiyên herêma Kobanê li gorî derfetên xwe tevlî berxwedana Kobanê bûne û erka xwe ya li hemberî van êrîşan bicih tînin. Rojane bi dehan dayîkên herêmê berê xwe didin navendên amadekirina xwarinê û ji bo şervanên YPG/YPJ'ê xwarinê amade dikin. Herêma Kobanê ev zêdetirî salekê ye ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk ve dorpêçkirî ye û ambargo li ser hatiye ferzkirin. Bi madeyên li herêmê heyî dayîk xwarina şervanan çêdikin.
Piştî ku amadekirina xwarinê bidawî dibe welatiyên herêmê wê li eniyên şer ên herêmê belav dikin.
(zt)
