‘Emê tu carî dev ji doza xwe bernedin û tim têkoşîna xwe bidin meşandin’

12:39

JINHA


AMED - Di derbarê darbkirin û kêr kirina rojnamegerên azad de li ber derê avahiya Rojnameya Azadiya Welat ji aliyê Cemyeta Rojnamegerên Azad ve daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Edîtorê Azadiya Welat Ramazan Olçen ve hat xwendin. Ramazan di daxuyaniyê de balkişand ser di van demên dawiyê de zêdebûna êrîşên ser rojnamegeran û got: “Di dema ku li taxa 5 Nîsana Rezana Amedê hevalên me nûçe dişopandin rastî êrîşên heval bendên çeteyên DAIŞ’ê yên hov û faşîzane hatin. Di êrîşê de xwebatkarên me yên Rojnameya Azadiya Welat Bişar Durgut bi 8 cihên xwe hat kêr kirin û niha hevalê me Durgut di nexweşxaneyê de tê derman kirin. Sê hevalên me yên din ên xebatkarên Azadiya Welat û Ajansa JINHA’yê hatin derp kirin.”


Duh li tevahiya taxên Amedê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û destekdayîna AKP'ê ya çeteyên DAIŞ’ê dihatin şermezarkirin. Li taxa 5 Nîsana ya Rezan polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî welatiyên di çalakiyê de dikirin. Din ava çalakiyê de jî komek hîzbulah welatiyên di çalakiyê de di girtin û radestî polîsan dikirin. Rojnamegerên ku ev yek dikişandin rastî êrîşa hîzbulahiyan hatin. Hîzbulahiyan bi gotina "çima hûn dikşînin" êrîşî rojnamegeran kirin. Hîzbulahiyan rojnameger bi erdê ve kaşkirin û bi kêran êrîşî nûçegihanên Rojnameya Azadiya Welat Nîhat Kutlu, Bişar Durgut û yên Ajansa me ya JINHA'yê Bêrîtan Canozer û Sarya Gozuoglu kirin. Di encama êrîşê de rojnameger Durgut bi 8 darbên kêrê birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Her wiha her 3 rojnamegerên dinê jî hatine perçiqandin û canê wan hemû şîn bûye. Girêdayî mijarê Cemyeta Rojnamegerên Azad li ber derê avahiya Rojnameya Azadiya Welat daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de gelek rojnameger amadebûn. Daxuyanî ji aliyê Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen ve hat xwendin.


‘Li ser erdnîgariya Kurdistanê şerekî hovane ji aliyê DAIŞ’ê ve tê meşandin’


Ramazan diyar kir ku li ser erdnîgariya Kurdistanê şerek hovane ji aliyê DAIŞ’ê ve tê meşandin û wiha got: “Li ser erdnîgariya Kurdistanê şerekî hovane ji aliyê dewletên navneteweyî ve pêş dikeve. Îro bi destên çeteyên DAIŞ’ê dibin navê kirasê Îslamyetê de bi awayeke dirînde tê meşandin. Armanca van êrîşan ewe ku Rojhilata Navîn di şexsê kurdan de bikin gola xwînê. Di vê çarçoveyê de li Şengal, Mexmûr, Cezaa û Rabîayê êrişên hov pêk anîn. Piştî ku li vê herêmê bi ser naketin û derbeyên mezin xwarin careke din berê xwe dan Kobanê. Diyare ku di vê de hesabên berfire hene û destê hêzên tarî yên navneteweyî di nav vê êrişê de heye. Li hemberî van êrîşan YPG/YPJ û HPG/YJA STAR, hin hêz û gelê kurdistanî bi berxwedaneke bê hempa li hemberî van êrîşên faşîzane û hov radiweste. Ji bo ku ax û welatê xwe teslîm nekin dinava berxwedan û têkoşîne mezin dene.”


‘Ser çapemeniya azad berdewamî êrîş hene’


Ramazan balkişand ser êrîşên ser çapemeniya azad û wiha domand: “Çapemeniya Azad jî ku her tim rastiyan dişopîne û dixwaze rastiyan ragihîne raya giştî, bi her awayî di nava liv û tevgerê deye. Ji ber vê ye ku ev xebat û têkoşîna rast û azad bûye hedefên hêzên faşîst ên tarî. Di şehadeta hevala me Denîz Firat ku li ser karê xwe hat qetilkirin destpêka van êrîşa bû. Ev êrîş ne rawestiyan û di encamê de li Rabîayê Hevalê me Ehmed Sado (Mazlum Bagok) hat qetilkirin.  Li ser sînorê Pirsûs û Kobanê di dema ku hevalên me şerê li Kobanê di şopandin ji aliyê leşkerên tirk ve rastî êrîşan hatin û hatin binçav kirin.  Ev yek destnîşan dike ku daxwaza êrîşkaran ew ku komkujiyên bi destên faşîstan pêk tê bê veşartin û raya giştî derbarê van komkujiyan de neyê agahdar kirin.”


‘Dê tucarî êrîş nikarin xebatên me bidin rawestandin’


Ramazan anî ziman ku êrîşên îro ser rojnamegerên azad ji êrîşên giştî ser gelê kurd ne cudane û wiha berdewam kir: “Weke ku tê zanîn îro li tevahiya Bakurê Kurdistanê ji bo piştgirî dayîna berxwedana li Kobanê, li her bajar û navçeyan çalakî û xwe pêşandanên cur be cur hatin lidarxistin. Di dema ku li taxa 5 Nîsana Rezana Amedê hevalên me nûçe dişopandin rastî êrîşên heval bendên çeteyên DAIŞ’ê yên hov û faşîzane hatin. Di êrîşê de xwebatkarên me yên Rojnameya Azadiya Welat Bişar Durgut bi 8 cihên xwe hat kêr kirin û niha hevalê me Durgut di nexweşxaneyê de tê derman kirin. Sê hevalên me yên din ên xebatkarên Azadiya Welat û Ajansa JINHA’yê hatin derp kirin.


Bi taybetî em van êrîşên dijexlaq û hiqûqê ku li ber çavên polîsên tirk pêk hatî lanet dikin. Ev êrîşên bi koordînekirî û yên hov nikarin rê li ber kar û xebatên me yên bi rûmet bigirin. Ew alîkar û hevkarên çeteyên DAIŞ’ê ne. Fêr û ferasta xwe ji serdema salên 90’î Hizbul kontra digirin. Di vê serdemê de jî hevalên me li ber çavan di nava kuçeyan de raste rast dihat qetilkirin. Ev êrişkar berdewama wan hêzên çeteyên Kontra û JÎTEM’ê ne.


Çawa ku JÎTEM û çeteyên Hizbul kontra ji aliyê têkoşîna çapemeniya azad ve hat teşhîr kirin û rûyê wan ê reş û tarî derxist holê, dê îro rûyê van êrîşkarên çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan jî derxîne holê. Weke çapemeniya azad emê tu carî dev ji vê doza xwe bernedin û tim vê têkoşîna xwe ya bêhempa û birûmet  bidin meşandin.”


(zt)