Li gel tecawîzciyê xwe cardin li heman girtîgehê!
13:51
JINHA
EDENE – Li Girtîgeha Tîpa M ya navçeya Ceyhanê ya Edeneyê M. A yê 17 salî li gel F. O. yê 16 salî li heman qowîşê dima F. O tecawîz kiriye. F. O ji ber travmayên jiyan kirî derket. Lê di 18’ê îlonê de bi hinceta komkirina hinar û lîmonan diçe hindirê baxçeyekê û li wê tê girtin û dibin heman girtîgehê.
Li Girtîgeha Tîpa M ya Girtiya Ceyhanê ya Edeneyê M. A yê 17 salî li gel F. O. Yê 16 salî li heman qowîşê dima F. O tecawîz kir. F. O ji ber travmayên jiyan kirî derket. Li gorî nûçeya Billur Ozgulê dema ku F. O ji girtîgehê derkektiye di 18’ê îlonê de carekedinê bi hinceta komkirina hinar û lîmonan ew birine heman girtîgehê. Parêzerê F.O Tugay Bek diyar kir ku bertek nîşanî girtina F. O daye. Tugay da zanîn ku dê di 23’ê yê cotmehê de F. O derbixin pêşiya dadgehê. Tugay anî ziman ku F. O diyar kiriya di heman girtîgehê mayîna wî li gel M. A yê ew tecawîz kirî sikandaleke û dê di dadgehê de sefka xwe ji bo girtîgehekdinê bixwaze.
(zt)

