‘Em azadiyê bi tu tiştî re naguherînin’

16:15

 


JINHA


ENQERE – Bi hezaran jin bi dirûşma “Jina rêxistînî, rizgariya demokratîk û jiyana azad” berê xwe dan 2’yemîn Kongreya Asayî ya Meclisa Jinan a BDP'ê.  Berdevka Meclisa Jinan a BDP’ê Pelîn Yilmaz, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinê û got ku pergal jinê bi rêxistinkirî ditirse. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, wiha got: “Dibêjin kurd mafên xwe dikin mijar bazariyê. Ne mimkune ku em mafên xwe bikin mijara bazariyê. Em azadî û demokrasiyê bi tu tiştî naguherînin.” Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk jî da zanîn ku ew dê jiyana azadî û demokratîk bi hev re înşa bikin.


2'yemîn Kongreya Asayî ya Meclisa Jinan a BDP'ê bi dirûşma “Jina rêxistînî, rizgariya demokratîk û jiyana azad” li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlaliye bi tevlibûna bi hezaran jinan pêk hat. Nûnerên saziyên jinan, aktîvîstên jinan, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên komeleyan, akademisyen, Dayikên Roboskî bi wêneyên zarokên xwe tevli kongreyê bûn.  EHD, EMEP, ESP, Meclisa Jinên Sosyalîst, Tevgera Partiya Gelecek, Halkevlerî, Partiya Yeşîller ve Sol Gelecek, HDK, KCD, KADEP û Federasyona 78'ên Şoreşger, rêxistinên jinan, nûnerên sendîkayan û endamên LGBT'ê, saziyên jinan ên Navneteweyî yên wekî; Tura Pêşxistin û Pêşvebirina Projeyên Jinan (Awusturya) Helga Neumaîer, Leeza Komeleya Pêşxistin û Xebata Yekîtiya Derveyî Welat (Awusturya) Kiymet Cevîz, Partiya Çepgir a Ewropa (Yewnanistan) Sîa Anagnostopoulou, Partiya Çep a Ewropa (Partiya Komunîst a Fransa) Helene Bîdard, Ji Konferasa Jinên Ewropa Halînka Augustîn, ji Partiya Marksîst Lenînîst a Elemanya Monîca Gaertner, Ji Konferasna Ewropa ya Jinên Cîhanê Anne Wîlhelm, Ji Zanîngeha Utek a Hollandayê Eveleyn Klîjweg, Ji Herêma Federal a Kurdistanê Alkaddî Wîdad, ji Partiya Zahmetkêşanê Kurdistan Nîştîman Kemal û Sayma Mamend, Partiya Goran Fevziye Fekîrest, serfîrên DYE, Hirvatîstan û Îtalyayê tevli kongreyê bûn. Dayika Ekîn Ceren Dogruak Hulya Dogruak, Dayika Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Yucel Halîs (Alîşer) Gullu Halîs, Dayikên Şemiyê, xwîşkên Mazlum Dogan Serap Mutlu û Arîfe Dogan û xwîşka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma Ocalan tevli kongreya jinan a 2’yemîn bûn.


Kongre bi nişandana sînevîzyonê dest pê kir û wêneyên jinên pêşeng, zarokên kurd ên hatin qetilkirin, jinên hatin qetilkirin, wêneyên parlamenter û şaredarên BDP’ê yên girtî hatin pêşandan. Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi kurdî, endama Meclisa Jinan a BDP’ê Kîbriye Evren jî bi tirkî xwendin.


Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat xwendin


Rêberê PKK Abdullah Ocalan di peyama xwe de wiha got: “Ez bi dil û can ji girîngîyekê bawer dikim ku jin wê bên rêxistin, bername û awaya jiyana xwe wê ji nû ve ava bikin û jin li ser vê rêyê wê bi hêman û prensibên xwe bimeşin. Ez gelekî qiymet didim ew jinên ku li ser vê rêyê jiyana xwe wenda kirine. Hewce ye ku jin berê bên dinê nebin jinên mêran, bibin jinên gel, evîn û bedewiyê.


Ez bawerim ku di pêvajoyên aşitiyê de jî jin, dilpakiyên hilaw hêj jî pêşve bibin, ne wek kolan girêdayi, wek azadîperweran bibin hêza bedewiyê. Dibe ku ev rewş di sedsala 21’emîn de bibe xebata herî mezin a şoreşgeriyê. Ez nikarim hestên xwe yên di derbarê jinan de bi peyvan bînim ziman. Hem di ramana xwe de hem jî di jiyana xwe de heya ku ji destê min hat ez bûm hevalê jinan.


Hêviya min a herî mezin ew bû ku jin bibin xwedî rêxistin. Pirsgirêka min a herî mezin ew bû ku jin di dîrok û erdnîgariya wê axê de wek îlaheyekê bû û îro hatiye ji bîr kirin û jiyan jê re bûye wek goristanekê. Ji ber vê yekê ez ketim nava tekoşîneke azadiyê. Li ser van prensîban ez û têkoşîna min gihişte jinan. Ji bo min azadiya jinan ji axê û çandê girîngtir e. Ji bo jin azad bibin ez xebitîm û hêj jî dixebitim.


Zewaca ku li dûrî vîna xwe qebûl nekin. Nehêlin ku tû kes we wek metayekê bifroşe. Cihê we ne tenê mala we ye. Divê hûn li her deverê bijîn, bibin xwediyê peyvê, li her derî hûn biaxivin. Hewce ye hûn bibin azadîperwerên jinan. Bêsincî û bêexlaqiyek mezin û desthilatdariyeke mezin li ser jinê ye. Xweda xwe bi xwe, xwe diafirîne. Jina azad wek rojekê ye. Jin û jiyan wateyeke bilind û mezin e. Girînge jin bibin xwedî hêz, qawet, azadî û biryarê. Jin hebûneke bi qedr û qîmet e. Ji vê yekê peyva jin û jiyanê ji bi qîmet e.


Ez vê rastiyê hê di parêzim kû Jiyanek bê jin na be lê bi vî awaya jinê jî jiyan nayê meşandin. Jin ger bixwaze dikare xwe ji koletiya 5 hezar salan xelas bike. Jin ji bo kû jiyanekê azad biafirînin û pêşve bibin xweyê derfetên mezinin. Jiyanê seranser bi civakî û bedewnasî hûn wê ava bikin. Bi vê awayi hûn ê me meran jî sererast bikin. Yekitiya bilind a jinan gelek girînge. Di çanda Rojhilata Navîn de jî ev rastî heye. Ger hun biçin Hitit û Sumeran wê baweriya we bêhtir ji wê bê. Ji bo vê yeke sebra we heye, keda we heye û xweşikiya we heye. Ji bo bingeha hemû xebatên xwe lêgerîna jina azad cîh bikin. Bi hêvî bin, kedê bidin, bi bawerî bin. Hûn li Rojhilata Navîn ji jinê re pêşengiyê dikin. Hun dikarin bi vî awayi bibin rêber. Qîmetdayina jinê ev e.


Ger têkoşîna azadiya jinê tunebûya wê jin wekî koleyan jiyana xwe berdewam bikirina. Jiyana Sakîneyê wekî mînak e. Azadiyê jinê tekoşîna Sakîneyê ye. Hewceye kû hûn kuştina Sakîneyê bipirsin û eşkere bikin. Jinên leheng ên şehîd hene. Hemû bi qîmetin, hemûyan ji can û dil bi bîr tînim. Jiyana herî baş mafê wan jinên ku êş kişandine. Hewildanên min ên ji bo aştiyê bersiva miraza wan şehîda ne. Dema aştiyê ji bo pêşveçûna jinê derfetek mezin e. Divê herdem ji bo aştiyeke kûr partîzaniyê pêk bînin. Bala xwe bidin tevgera aştî û demokrasiyê, rêbertiyê bikin, aştî kare jinê ye. Ger hûn rêberiya têkoşîna azadî û demokrasiye bikin hûnê kesayeteke partizanî biafirînin. Jin ewlayiya mafê mirovatiyê û demokrasiyê ye. Pêşveçûnên jina tê de cîh ne girtî ser nakevin.”


Komîsyon, Baskê Jinan û Meclisa Jinan…


Berdevka Meclisa Jinan a BDP’ê Pelîn Yilmaz, bi kurdî û tirkî silav da jinên ku tevli kongreyê bûn. Pelîn, destnîşan kir ku bi hev re şer kirin û gav bi gav mezin bûn û rêxistinbûna xwe bilind kirin. Pelîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên ku di qada siyasetê de dixebitin ji HADEP'ê heta îro rêxistinbûna xweser a jinê parastine. Ji komîsyonê, heta baskê jinan û heta meclisa jinê xwe bi rêxistin kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî gelek peywirên girîng girtin û niha jî xebatên jinan berdewam dikin. Jin di bin banê DOKH'ê de rêxistinbûna xwe geş dike. DOKH li erdnîgariya Rojhilata Navîn de rêxistinbûna jinê ya herî bi paye ye. Pergal di 14’ê nîsanê sala 2009'an de bi operosyonên siyasî  xwestin rêxistinbûna jinê parçe bikin. Niha bi sedan jin li girtîgehê ne û ev tê wateya ku pergal gelekî ji jinan ditirsin. Em tu carî komkujiya li Parîsê jibîrnakin. Di pêvajoya çareserî tê nîqaşkirin li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan didomin.”


‘Paşve gav avêtin tûneye’


Pelîn Yilmaz, di axaftina xwe de bal kişand ser pêngava nû û wiha got: “Bi dirûşma “Rizgariya Demokratîk jiyana azad” paşve gava avêtin tûneye. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan qasî girîngî da berxwedana kurd ewqas girîngî da azadiya jinê jî. Jinan peyama birêz Ocalan li dilê xwe nivîsîn. Ew çiqas girtîngiyê dide azadiya jinê em jî ewqas girîngiyê didin azadiya birêz Ocalan.”


‘Pêkanîna aştiyê ji şer zehmettire’


Pelîn, bal kişand ser berhemên pergala serdestiyê û diyar kir her cûreyên şîdet û kedxwariyê polîtîke. Pelîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şîdeta li hemberî jinê ne tenê pirsgirêka jinê ye û pirsgirêka civakî û siyasiye. Divê pirsgirêk bi vîna siyasî bê çareserkirin.  Em zîhniyeta ku der barê jinê de biryaran dide qebûl nakin. Tu mafê kesekî  nîne ku li ser nasname, jiyan û bedana jinê biryaran bide. Tenê jin dikare li ser jiyan, nasname û bedena xwe biryaran bide.  Her wiha rewşa kesên LGBTT’ê jî di xeterê de ye û tên qetilkirin, kuştin û mafên van tê binpêkirin. “


Pelîn, got ku pêkanîna aştiyê ji şer zehmetir re û wiha axivî: “Em jin dê bi hêzek mezin tevli pêvajoyê bibin û rol û misyona xwe bînin cih. Em dev jî têkoşîn, berxwedan, azadî û rêxistinbûnê bernadin, Em hene û her tim jî hebin, em ê serbikevin.”


Peyama girtiyên jin hat xwendin


Şaredara Lîceya Amedê Fîkriye Aytîn peyamên girtiyên PAJK'î, parlamenterên BDP'ê Gulser Yildirim û Selma Irmak û girtiyên din ên jin xwend. Di peyaman de têkoşîn û berxwenda heta niha hatî dayîn hat silavkirin. Girtiyên PAJK'î di peyama xwe de diyar kirin ku sekna Sakîne Cansiz a ku li Parîsê hate qetilkirin ji aliyê dîrokê ve hate nivîsandin û berxwedana hemû jinên li ser vê esasê têkoşîn dayîn esas digirin. Di peyaman de di serî de li hemberî Girtîgeha Tekîrdagê û hemû girtîgehan bi hestari bin bang hate kirin.


Ji bo çareseriyê rêbazên demokratîk


Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak bi kurdî girse silav kir. Gultan, diyar kir ku ew di pêvajoyek gelek girîng re derbas dibin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rêbazên demokratîk esas girtin û wiha got: “Xwedî derketina pêvajoya birêz Ocalan daye dest pêkirin girîng e. Em layîkî dayikên aştiyê û hemû dayikên zarokên xwe winda kirin bibin girîng e. Em dê vê têkoşînê mezin bikin û bigihijînîn serkeftinê.”


‘Tu bazerî ji zarokên we biqîmetir nîn e’


Kişanak, anî ziman ku jinên Tirkiyeyî dibêjin gelê kurd mafên xwe kirin mijara bazariyê û wiha axivî: “Tu bazerî ji zarokên we biqîmetir nîn e. Em jinên kurd bi banga birêz Ocalan hewil didin zarokên we biparêzin. Em dixwazin xwîn rawestê. Dibêjin kurd mafên xwe dikin mijar bazariyê. Ne mimkune ku em mafên xwe bikin mijara bazariyê. Em azadî û demokrasiyê bi tu tiştî naguherînin. Em li welatekî mafê jiyana jinan ji holê radikin dijîn. Ez li vir bang li hemû jinên Tirkiyeyî dikim. Heke rojekê aştî pêk bê dê birûmet, demokratîk û hemû kes jê keyfxweş be.”


‘Heta serkeftinê dê têkoşîn bidome’


Kişanak, da zanîn ku jinan her tim di pêvajoya têkoşîna civakî de cihê xwe girt û dê her tim têkoşîna xwe bidomîne û wiha axivî: “Em dê weke her car di têkoşînê de cihê xwe bigirin. Em dê bi hemû jinan re vê têkoşînê bidomînin. Em dê di têkoşîna ked û demokrasiyê de cihê xwe bigirin.” Kişanak, bilêv kir ku di necama pirsgirêka kurd de her malbat û jinê êş û travmayên mezin jiya ne û wiha pê de çû: “Travmaya herî mezin dayikên zarokên xwe windakirin dijîn. Ji bo ku em layîkî bedelên hatin dayîn weke berê em dê dîsa têkoşîna xwe bidomînin û divê em pêşengiyê bikin.”


‘Pirsgirêka jinê bi qasî pirsgirêka kurd giran e’


Kişanak wiha bang li jinên Tirkiyeyî kir: “Werin em jin hemû bi hev re dest bidin hev û em hemû bi hev re aştiyê qezenc bikin. Di pêvajoya jin dest bidin hev tu kes winda nake. Ez ji jinên Tirkiyeyî re dibêjim werin em bi hev re têkoşînê bikin. Em heta vir bar anî. Em ji vê yekê gilî nakin. Ez li vir bang dikim. Werin em aştiyê niha parve bikin. Em bihev re demokrasiyê înşa bikin.” Kişanak, destnîşan kir ku pirsgirêka jinê bi qasî pirsgirêka kurd giran e. Kişanak, bal kişand ser zarokên jin ên hêj biçûk dikin bûk, qetilkirina jinan. Kişanak, da zanîn ku ew dê hêj bêtir rêxistinbûna xwe mezin bikin.


‘Dê jiyana demokratik bi hev re înşa bikin’


Hevseroka KCD'ê û parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk jî diyar kir ku jin tê wateya jiyanê û çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd girêdayî jinan e û wiha got: “Em wekî jinên kurd û siyasetmedarên kurd dê vê têkoşînê biserbixin. Em soza vê yekê didin.”  Tugluk, anî ziman ku ew dê jiyana azadî û demokratîk bi hev re înşa bikin û wiha axivî: “Birêz Ocalan serokê vî gelî ye. Em xwedî li têkoşîna aştî û azadiya vî gelî derkevin. Ji bo birêz Ocalan bi hêz tevli pêvajoyê bibe divê şertên wî bên sererastkirin. Ji ber vê yekê behsa piştevaniya kurd û tirkan tê kirin. Ji bo birêz Ocalan bang li gelê kurd û tirk bike divê şertên wî bên sererastkirin. Ez bawer dikim ji bo aştiyê û çareseriyê ev yek guncav e. Em jin dê di her qada jiyanê de cih bigirin.”


Listeya meclisa jinan diyar bû


Piştî axaftinan rapor hatin xwendin, lîsteya meclisa jinan ji dîwanê re hate pêşkêşkirin û hate qebûlkirin.  Di meclisa jinan de; Pelîn Yilmaz, Naîle Balî, Ayşe Yildiz, Necla Nergîz, Hamîde Yuksel, Miyeser Çelîk, Sakîne Kayran, Cîhan Ekîn, Aysel Ceylan, Naîle Coşkun, Muslîme Kaplan, Hulya Taşar, Hatîce Gungor, Emîne Înan, Rahşan Engîn, Kiymet Ilgaz, Aynur Aşan, Leyla Erdem, Zeynep Uren, Şems Akin, Şahcan Tuner, Zehra Suleymaoglu, Emîne Esmer û Altun Yaray cih girtin.


2'yemîn Kongreya Asayî ya Meclisa Jinan a BDP'ê bi tevlibûna bi hezaran jinan bi coş û heyecan bi dawî bû.


Wêne- Dîmen: Ozlem Arici, Esra Gultekin û Rûken Çelîk


(la)