Biryara girtinê ya der barê Pinar Selek de hat rakirin

14:17

JINHA


STENBOL - Civaknas Pinar Selek a berê ji doza Çarşiya Misir du caran hat beraetkirin, darizandina wê îro dewam kir.


Parêzerê Selek, Akin Atalay xwest dadgeha xwecihî biryara Dadgeha Bilind a ji bo xerakirina biryara mûebetê daye pêk bîne. 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ku piştî girtina biryarê, biryara xwe aşkera nekir, biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind pejirand û biryara girtinê ya der bare Pinar Selek de rakir. Rûniştina dozê taloqî 5’ê Kanûnê hat kirin. Rûniştina doza îro endamên "Platforma Em hê Şahid in" şopandin. Di teqîna 9’ê Tîrmeha 1998’an li Çarşiya Misirê rû da de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 127 kes jî birîndar bibûn. Piştî biryarê Sosyolog Pinar Selek a der barê wê de doz hat vekirin, du caran hat beraetkirin. Lê 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di darizandina 3’emîn de cezayê girankirî yê mûebetê lê birî.


9’emîn Daîreya Cezaya ya Dadgeha Bilind xwest doz ji usul xera bibe.


(zt)