Şandeyek herêma Kobanê derbazî bakûrê Kurdistanê bûn
14:28
JINHA
KOBANÊ - Şandeyek herêma Kobanê di deriyê sînor re derbasî Bakûrê Kurdistanê bû. Hat zanîn ku dê şande bi partî û rêxistinên siyasî re hevdîtinan bikin.
Şandeya herêma Kobanê ku Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Fewziye Ebdî û Nîhad Ehmed, Wezîrê Mafên Mirovan Herşo Şahîn, Hevseroka Dîwanê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê-Kobanê Eyşe Efendî pêk dihat berê xwe da Bakûrê Kurdistanê û di deriyê sînor der derbas bûn. Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Fewziye Ebdî da zanîn ku ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê wê bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bakûrê Kurdistanê re hevtîndan bikin.
Fewziye got ku wê biçin serdana welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê derketine û çûne bakûrê Kurdistanê û wê hemû cureyên alîkariyê pêşkêşî wan bikin.
(zt)
