Qada berxwedana Kobanê berfirehtir bû
14:56
JINHA
KOBANÊ -Qadên pevçûnên rojhilat û başûrê herêma Kobanê li çiyayên Meştenûrê gihiştin hev û bêhtir berfireh bûn.
Li gorî agahiyên ketine destê nûçegîhanê ANHA'yê, çeteyên DAIŞ'ê îro danê sibê êrîşên li xwe yên li rojhilatê herêma Kobnaê bêhtir berfireh kirin. Qada berxwedana ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berfireh bûye. Pevçûn ji rojhilat heta başûrê herêmê li seranserî dirêjahiya çiyayên Meştenûrê berfireh bûn.
Li gorî çavkaniyan, çete bi tank û û hemû cureyên topan êrîşî dikin û rastî bersivdayîna şervanên YPG/YPJ'ê tên. Çete hemû cureyên çekên giran bikar tînin, lê li hebmerî berxwedana YPG'ê nekarin pêşde biçin û nikarin xwe bigrin. Ji ber vê jî çeteya dest bi topbaran bajarê Kobanê kirin û di encamê de ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyên sivîl.
(zt)
