Kazim Dag û Behzat Yildirim ên YPG yî jiyana xwe ji dest dan
15:06
JINHA
RIHA - Şervanên Kazim Dag yê (Hebûn Serhad) û Behzat Yildirim ku li Kobanê di pevçûnan de birîndar bûn û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Kazim piştî otopsiyê dê biçînin Erdîşa Wanê û yê Behzat jî dê bişînin Xîzan a Bedlîsê.
Behzat Yidirim yê 22 salî û Hebûn Serhad yê 18 salî bi navê Kod Kazim Dag ku li Kobanê di pevçûna bi DAIŞ’ê re birîndarbûn, li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Behzat birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û yê Kazim jî şandin morga nexweşxaney dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê Kazim piştî kar û barê otopsiyê dê bişînin Erdîş a Wanê û yê Behzat jî dê bişînin Xîzan a Bedlîsê.
Bavê Kazim Dag, Musa Dag diyar kir ku Kurdê wî bo Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye û got riya wî jiya wane û dê tu car dest ji vê rê bernedin. Musa anî ziman ku kurê wî piştî hilbijartinên herêmî di meha Nîsanê de çûye Kobanê.
(zt)
