Fermandariya YPG’ê: Xeyalên hin derdoran pêk nayên û dê Kobanê bibe goristana DAIŞ’ê
15:13
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destnîşan kir ku li Kobanê wê berxwedana sedsalê pêk were û got: “Bila gelê me qet meraq neke Kobanê qet û qet nakeve. Wê deşta Kobanê bibe goristana DAIŞ’ê. Xewn û xeyalên hin derdoran wê pêk neyên û emê serkeftina Rojavayê Kurdistanê û ya Sûriyeya Demokratîk û Azad ji tevahî cîhanê re îlan bikin.”
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê êrîşên çeteyan ên li ser Kobanê û berxwedana tê nîşandan, her wiha derbarê weşanên saziyên çapemeniyê ku tê îdîakirin Kobanê dikeve de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de hate bibîrxistin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku 15'ê Îlonê bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin di roja xwe ya 18'emîn de berdewam dikin û Komên çete ji her sê eniyên Kobanê bi çekên giran êrîş dikin û dixwazin pêş bikevin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG çawa ku ev 3 salin li Rojava, ji Efrîn heta Cezaa'yê parastina gelan û nirxan dike wê ji niha û pê de jî derfet û şert çi dibin bila bibin, berpirsiyariyên dîrokî bi cih bîne û wiha hate domandin:
“Bila gelê Kurd û dostên me qet meraq nekin, wê Kobanê ti caran nekeve. Ketina Kobanê qet û qet ne mûmkûn e. Li Kobanê wê berxwedana sedsalê pêk were û wê Kobanê ji bo DAIŞ'ê bibe goristan. Tûnebûn û têkbirina DAIŞ'ê wê li Kobanî dest pê bike. Her kolanek û her malek Kobanê wê ji bo DAIŞ'ê bibe goristan. Berxwedana li derdora Kobanê mezin dibe û wê DAIŞ bixîne, têk bibe.”
‘Emê serkeftinê îlan bikin’
Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hin dezgehên çapemenî û çavkaniyên cûda ev 18 rojin her roj îdîa dikin ku DAIŞ ketiye Kobanê û wiha hate domandin: “Ev tişt ne rast e. Xewn û xeyalên hin derdoran wê pêk neyên. Em ê wekî YPG’ê, ji bo binxistina DAIŞ'ê û pêkanîna serkeftinê hemû tiştên pêwîst bikin. Bila baş bê zanîn ku em ê DAIŞ’ê di deşta Kobanê de bişikînin û serkeftina Rojavayê Kurdistanê û ya Sûriyeya Demokratîk û Azad ji tevahî cîhanê re îlan bikin.”
Banga tevlîbûnê
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li ciwanan hate kirin: “Em bang li hemû ciwanên Kurdîstanê, her wiha ciwanên bi daxwaza azadî û wekheviyê dijîn dikin ku werin tevlî hêzên me bibin. Xwedî li berpirsiyariyên xwe yên dîrokî derkevin. Li hemberî êrîşên hov ên DAIŞ'ê tevlî tekoşîna mirovahiyê bibin.”
(zt)

