Tevkariya çeteyan û leşkerên tirk ya li ser sînor
17:25
JINHA
RIHA - Hate îdîakirin ku çeteyên DAIŞ'e û Leşkerên Tirk şevêdin li herema sînor hevdîtinek pêk aniye. Gundiyên Boydê ku ev hevdîtin bi çavê xwe dîtine diyar kirin ku çete bi wesayîtan hatine û leşkeran jî hin tişt dane van çeteyan.
Hate îdîakirin ku çeteyên DAIŞ'e û Leşkerên Tirk şevêdin li gundê Boydê ya li ser sînorê Kobanê hevdîtinek pêk aniye. Gundiyan Boydê diyar kirin ku boneya bikarin bi çeteyan re rehetî hevdîtin bikin, leşkerên tirk êrîş li welatiyên ku li ser sînor nobetê digirin kirine û dan zanîn ku heman şevê leşkerên tirk bi çeteyên DAIŞ'ê re hevdîtin pêkanîne. Gundiyan destnîşan kir ku çete bi minîbusekî hatine heremê. Gundiyê şahidê bûyerê Fuat Tîlgen, derbirî ku li ser dengê çekena derketine derva û wê demê dîtine ku hin niştecihên Kobanê ku heywanên xwe derbasî vî alî dikirin, ji aliyê leşkerên tirk ve hatine girtin û îşkence li wan dihate kirin. Fuat, wiha axivi: "Pişt re saet di 00,00'an de minîbûsa sipî ya camên wê hatine reşkirin têl derbas kirin û xwe berdan nava welatiyên Kobanê yên li ser sînor. Ev minîbûs ev bi rojane li van deran digere. Cend caran dengê teqandina guleyan hat. Piştî welatî ji heremê reviyan, vê car qêrîna gelek kesan hate guhê me. Hima bêje demek derbas bû vê car minîbûsek din hate cihê bûyerê û li vir bi leşkerên tirk re hevdîtin pêkanîn. Leşkeran hin tişt dane wan. Me nezanî çibû."
'Ji zarokê Kobanêyî re heya serê sibê îşkence kirin'
Fuat, diyar kir ku piştî kiryariyê leşkerên tirk êrîşa li hemberî Kobaniyan berdewam kir û zarokê Kobanî yê girtin bi seatan îşkence lê kirin û wiha got: "Her darê li wî zarok didan dengê wî heya cem me dihat. Dema li zarok didan gotina 'Yek Tirkiye, dû Tirkiye, sê Tirkiye' pê didan gotin. Pişt re me lempeya destan da wir. Leşkeran zarok berden û çûn panzerê. Êdî seat 05.00 sibeh bû û bûyer bi dawî bibûn."
'Ji îşkenceyê bi xapînoka mirinê xwe xilas kir'
Welatiyên ji Kobanê Mahmud Îbrahîm ê ku rastî îşkenceya leşkerên tirk hatî jî wiha got: "Dema me xwest em derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin leşkerên tirk bi qontaxên çekan û copan êrîş li me kir. Piştî li me da ez û hinek kesên din avêtin nav têlên bi qelem. Berî min bavêjin wir qirika min girtin û hewildan min xeniqînin. Min jî xapînoka mirinê kir û neçar man ez avêtim wir. Pişt re ez di nava têlan derketim û çûm gundê Boydê."
'Bi wesayîta zirxî ve kirin û di nava erdê bi mayîn de rakişandin'
Şergo Şexo jî diyar kir ku dema xwest sînor derbas bike leşkeran malbatekî pêşiya wî girtin. Şergo, anî ziman ku kesên pîr û zarok jî rastî lêdana leşkeran hatin û wiha got: "Leşkeran jin û zilamê girtin bi wesayîta zirxî ve girêdan û li erdê bi mayîn re rakişandin."
'Sindoq li wesayîta ji aliyê Tirkiyeyê ve hat barkirin'
Şergo, anî ziman ku ewil li sînor wesayîtekî ayîdî çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Til Şêar ve hat û li xeta trenê derbas kir û wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ'ê ji malbatan re gotin wesayîtên xwe ji herêmê bigirin û derbikevin. Piştî welatiyan got ew naçin bi çekan gefên mirinê li wan xwarin. Piştî welatiyên Kobanê bi zorê ji wir hatin qewirandin hatin sînorê Tirkiyeyê. Pişt re ji qereqola leşkerên tirk wesayîtek hat û bi wan re axivî. Ji çeteyên DAIŞ'ê yêkî ji leşkerên tirk re tercûmanî kir. Piştî axaftinek kin ji aliyê Tirkiyeyê wesayîtek hat û tiştê tê fêmkirin sindoq in li wesayîta DAIŞ'ê bar kirin."
(zt)

