Li dijî welatiyên nobetê digirin gefa êrîşî

17:28

JINHA


RIHA  – Welatiyên ku li gundê Boydê yê sînorê Kobanê ji bo ku derbasbûna çeteyan asten bikin nobetê digirin leşkeran gefa êrîşê ya heke gund neterikînin kirin.

Leşkerên ku hatin li cem welatiyên li gundê Boydê ya li sînorê Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê nobetê digirin xwestin welatî gund biterikînin. Fermandarekî hat cem welatiyan xwest welatî 2 kîlometre dûrî sînor biçin. Welatiyên ku 400 metre dûrî sînor nobetê digirin diyar kirin ku ew ê sînor neterikînin. Li ser vê yekê fermandarê leşkeran bi gotina “Hûn piştgiriyê didin ji bo kesên derbasî Sûriyeyê dibin, heke hûn ji vir neçin em ê êrîş bikin” ji gund veqetiyan. 

Welatiyên kul i ser gefa leşkeran kom bûn diyar kirin heke êrîş pêk bê dê li ber xwe bidin û dê ji gund neçin. 

(zt)