Gule berdane wesayita nûçegihanên DÎHA’yê

19:09

JINHA


AMED – Derket holê ku roja ku koma hîzbullahi êrîşî nûçegihanên Azadiya Welat û ajansa me JINHA’yê  kirin cêvarê jî wesayîta DÎHA’yê jî hatiye gulebarankirin. Di bagaja wesayîtê de guleya ku ketiye di qoltixê paş de hate dîtin. 

Piştî ku nûçegihanên Azadiya Welat û ajansa me JINHA’yê rasti êrîşa koma hizbullahî hatin derket holê ku wesayîta Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ê rastî êrîşê hatiye. Wesayîta nûçegihanên DÎHA yê yên ku duh bûyerên li bajar qewimîn dişopand derket holê ku hatiye hedefgirtin û gule hatiye berdan wesayîta wan. Di bûyera duh de li cadeya Goçmenlerê dema nûçegihanên DÎHA yê nûçe dişopandin farq kirin ku cimsek bi wesayîtê ketiye lê bi texmîna ku kevir e karê xwe didomînin. Lê îro dema ku wesayît hate kontrolkirin di qoltixa paş de gulê hate dîtin. Gule ji bagaja wesayîtê ketiye hundir û li hesinên qoltixa paş a wesayîtê maye.

(zt)