Partiya Jinan: Em şoreşa jinên Rojava mînak digirin
09:05
Handan Tufan / JINHA
İZMİR – Jinên ku bi navê partiya jinan tevlî nava siyaseta Tirkiyê dibin diyar kirin ku dê ji bo wekheviya jin û mêran din ava hemû karan de bixebitin. Seroka Navenda Partiya Jinan ya Îzmîrê Emel Duzgun Denizaslani got: “Ji bom e çareserî rêxistinkirina jinan, li mafê xwe xwedî derketina jinan û bûyîna xwediyê vîne.”
Jinên ku bi hişmendiya li her derê wekhaviya jin û mêran bi navê “Hewla Partiya Jinan” ketine rê di 25’ê hezîranê de fermî serlêdan kirine û Partiya xwe ya Jinan avakirine. Seroka Navenda Partiya Jinan ya Îzmîrê Emel Duzgun Denizaslani û endamên partiyê di derbarê çima û çawan partî avakirine nirxandin kirin. Emel da zanîn ku ev 4 salin wan dest bi xebatên xwe kirine, li Tirkiyê ew partiya 80’emînin û got: “Ez bawerim di demek zor de em karek zor dikin. Ji sala 1985’an heya niha ez din bava siyasetê deme. Lê min dît ku bi navê jinan siyaset kirin çiqas zore. Di dîroka 92 salan ya Serokomariyê de 17 caran hilbijartinên herêmî hatine kirin û di nava 35 şaredariyan de tenê 79 şaredarên jin hene. Em vê weke tabloyek xirab dinirxînin û dixwazin bê guherîn. Rewşa xirab ya ku niha Tirkiye din av dene ji ber bê jin rêvebirinêye. Heger tê fikirîn din ava lîseyên tevlîhev de serkeftin zêdetire, em ji bo meclisê jî heman tuştî difikirin.”
‘Dê tekoşîna me dem dirêj berdewam bike’
Emel destnîşan kir ku dê li hemberî hemû bêmafiyên nava civakê tekoşînê bikin û wiha domand: “Ji bom e çareserî rêxistinkirina jinan, li mafê xwe xwedî derketina jinan û bûyîna xwediyê vîne. Ev yek mîsogere bi tenê taleb kirin kêm dimîne. Ji bo girtina mafê jinan emê heya dawiyê tekoşîna xwe bilind bikin. Dê tekoşîna me demdirêj berdewam bike.”
‘Bê jin demokrasî nabe’
Hulya Sevtekin ya k udi nava rêveberiya navendê de cîh digire jî çima avakirina partiya jinan wiha nirxand: “Ez di siyasetê de li rêyekê digeriyam. Her dem ez difikirîm çiman partiyek ya jinan jî nebe. Partiyên ku wekheviya jin û mêran dixwazin jî tenê di gotinê de dimîne. Bi tu awayî nakeve pratîkê. Ji ber ez fikirîm bê jin demokrasî nabe ji ber wê ez din ava vê partiyê deme. Ji ber ez li dijî hemû awayên ne wekheviyê me ez di nava vê partiyê deme.”
‘Em Rojava mînak digirin’
Endama Partiyê Pembe Emul jî anî ziman kul i tu navendê Tirkiyê bi nêrîna jinan li jiyanê nayê nêrîn. Pembe balkişand ser şoreşa jinan ya li Rojava pêşdikeve û wiha axivî: “Em şoreşa jinan ya Rojava gelek di ecibînin û gelek serkeftî dibînin. Em şoreşa jinan ya Rojava ji bo xwe mînak digirn. Ji bo di demek kin de gelek jin di cîh bigirin dê zêdetir bi awayekî baş rêyên çareseriyê bên dîtin. Divê em jin bên bahev hev himbêz bikin. Li gel jinên welatên dinê bibin yek û li peyî nasnameya xwe ya jinbûnê rawestin. Heger em wiha bikin emê jin bi hev re gelek tabûyan bişkênin û bi hev re di gelek aliyan de nêzî azadiyê bibin.”
Di nava partiyê de mêr jî di xebitin
Ji mêrên din ava partiyê de xebatan birêve dibin Ekrem Aslan diyar kir ku ji bo di siyasetê de zêdetir jin bên dîtin ew din ava vê partiyê de cîh digire.
Zekî Buzgan yê din ava rêveberiya partiyê de cîh digire jî da zanîn ku partiya jinan ya dibin rîskê de hemû koman digire nava xwe.
(zt)

