Êrîşên çeteyan 3 caran hatin şikandin

10:03

JINHA


KOBANÊ– Çeteyên DAIŞ’ê ku ji duh êvarê heta serê sibehê ji aliyan ve bi hemû çekên giran û hejmarek zêde êrîşî Kobanê kirin, rastî berxwedanek tund hatin û gelek windahî dan. Li aliyê Meştenûrê 3 êrîşên çeteyan hatin şikandin.


Nûçegihanên ANHA’yê berxwedana dîrokî ya li Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê tê nîşandan, şevê din heta serê sibehê di cîh de şopandin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanan ji herêmê ragihandine, çeteyan ji duh êvarê ve ji aliyê rojhilat, başûr û rojava êrîş pêk anîn.


Çeteyan bi hejmareke zêde û hemû cure çekên giran li sê aliyan xwestin bikevin bajar. Lê li hersê aliyan jî rastî berxwedaneke tund a hêzên YPG/YPJ’ê hatin. Di vê berxwedana dîrokî de çeteyan nekarin pêş bikevin û gelek windahî dan. Li aliyê rojhilat çeteyan xwestin ku girê Meştenûrê bidest bixin û 3 caran êrîşên dijwar pêk anîn. Lê hersê êrîşên wan jî ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatin şikandin. Çeteyên ku gelek windahî dan, nekarîn pêş bikevin. Hate ragihandin ku 18 cenazeyên çeteyan li ser riya gundê Helincê yê dikeve rojhilatê Kobanê li erdê ne. Li aliyê din şevranên Volkana Firatê ku ji YPG û Artêşa Azad pêk tê jî, di berxwedana Kobanê de cihê xwe digire û li dijî çeteyan şer dike.


Derbarê şer de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin. Li hersê aliyan şer û pevçûn bi dijwarî didomin.


(zt)