Li Kobanê 'Cejna berxwedanê' şevê dest pê kir
10:13
JINHA
RIHA - Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê hatin qewirandin û bi hezaran kesên ji bo cejna berxwedanê hatin sînor jî heya serê sibê li ser piyan bûn. Bi hezaran kesan serê sibê nimêja cejna qurbanê li sînorê Kobanê kirin.
Bi hezaran kesên ji Tirkiye û Kurdistanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê hatin sînor şeva xwe li sînorê Kobanê derbas kirin. Çalakvan heya serê sibê li ser piyan man û serê sibê nimêja cejna qurbanê jî li sînorê Kobanê kirin. Welatiyên gundê Etmanikê berê xwe dan Kobanê û nimêja xwe kirin.
Welatiyên bi banga "cejna berxwedanê" hatin sînor û heya serê sibê pevçûn temaşe kirin bi tîrêjên rojê hinekan riya mizgeftan girt û hinek jî li cihê lê dimînin nimêja cejnê kirin. Welatiyan di cejnê de ji bo Kobanê destên xwe bilind kirin.
Di xudbeyên mizgeftên herêmê de jî hatin dayîn zilma çeteyên DAIŞ'ê hate şermezarkirin û ji bo YPG/YPJ serbikeve dua hatin kirin. Welatiyên li sînor agir hilkirin û xwe gerim kirin.
Jinên şevê hatin sînor jî heya serê sibê dua kirin. Ciwanên li sînor jî şevê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin. Li Kobanê jî heya serê sibê pevçûn bi dijwar berdewam kirin.
Hate zanîn ku hinek wezîr jî dê bên herêmê û ji ber wê yekê tedbîrên ewlehiyê zêde bûn.
(zt)

