Kobaniyan eleqe nîşanî qeliya AKP'ê neda

10:27

JINHA


RIHA - Welatiyên Kobanê biryar girtin ku Cejna Qurbanê pîroz nekin û eleqe nîşanî qeliya ku AKP'ê li Pirsûsê belav dikir nedan. 

Jin, zarok û pîrên Kobanê yên ji ber pevçûnên li Kobanê bi armanca ewlehiyê derbasî Pirsûsê bûne, ji ber şerê ku bi rojane di navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de tê jiyîn biryar girtin ku cejnê pîroz nekin. Ligel vê yêkê welatiyên Kobanê eleqe nîşanî qeliya ku AKP li Qada Cumhuriyetê ya Pirsûsê belav dikirin jî neda. 

Balkêşbû ku di dema qelî dihate belavkirina xwerinpêjên AKP'ê bang li Kobaniyan kir. Li aliyê din ve jî hat dîtin ku dema belavkirina qeliyê de polîsan li Qada Cumhuriyetê tedbîrên awarte girtibûn. 

(zt)