Şandeya alman li Pirsûsê ye

11:25

JINHA


RIHA – Şandeya alman a ku di nav de Parlamentera Partiya Keskan a Alman û Alîkara Serokê Parlamentoyê Claudia Roth jî di nav de li Pirsûsê bi parlameterên HDP’ê re hevdîtin pêk anî û têkîldarî welatiyên Kobanê û berxwadana Kobanê agahî girt.

Şandeya alman a ku di nav de Parlamentera Partiya Keskan a Alman û Alîkara Serokê Parlamentoyê Claudia Roth, Xebatkara Sefîrxaneya Almanyayê Ulrike Dufner, Nûnerê Weqfa Henrichbolê Herman Nikolai û Nûnerê Weqfa Welt Hunger Hilfe David Wehiuger hene di Şaredariya Pirsûsê de bi Parlamenterên HDP’ê Faysal Sariyildiz û Îbrahîm Ayhan re hevdîtin pêk anî der barê welatiyên Kobanê hatine de agahî wergirtin. Şandeya ku der barê berxwedana YPG/YPJ’ê û welatiyên hatine Pirsûsê de agahî wergirtin piştî hevdîtinê çûn konbajar û avahiyên ku penaber hatine bicihkirin û li wir bi welatiyan re hevdîtin pêk anîn. 

Claudia Roth bi jinan re yek bi yek axivî û soza dê çi ji destên wan bê da welatiyan

Li aliyê din Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û Parlamenterê CHP’ê ê Dîlakê Mehmet Şener û rêveberên CHP’ê jî hatin navçeyê. Şandeya CHP’ê li avahiya Şaredariya Pirsusê bi Panlamenterê HDP’ê Îbrahîm Ayhan re hevdîtin pêk anî û dê li navçeyê hin hevdîtinên cuda jî pêk bîne.

(zt)