Berxwedana Kobanê bi zincîra mirovahiyê hat silav kirin

13:01

JINHA


RIHA Welatiyên li gundê Elîzêr yê ser sînorê Kobanê di nobetê de serê sibê zu bi boneya piştevaniya YPG/YPJ’ê zincîra mirovahiyê çêkirin. Bi berzkirina duruşman Kobanê silav kirin.


Bi rojane li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi çekên giran ser Kobanê YPG/YPJ bi berxwedanek mezin li ber xwe didin. Welatiyên ser sînor jî bi çalakiyên xwe yên nobetê piştevaniyê didin berxwedanê. Welatiyên li gundê Elîzêr yê ser sînorê Kobanê di nobetê de serê sibê zu bi boneya piştevaniya YPG/YPJ’ê zincîra mirovahiyê çêkirin. Ji hemû navendên herêmê mirov diherikin ser sînor tevlî berxwedana çalakiya nobetê dibin. Bi qasî 3 kîlometreyan çalakvanan sînor girtine û zincîra mirovahiyê çêkirine.


Welatiyên beşdarî çalakiya nobetê bûne bi boneya piştevaniya berxwedana mezin ya berxwedêrên YPG/YPJ’ê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê duruşmên weke “Dê Kobanê ji bo DAIŞ’ê bibe gortistan” û “Bijî berxwedana Kobanê” bilind dikin. Piştî xwendina sîroda “Çerxa Şoreşê” welatiyan ser erda rut bi beran YPG nivîsandin. Her saeta ku diçe çalakvanên bejdarî çalakiyên ser sînor dibin zêde dibin. Bi hezaran kes ketine ser rê û beşdarî çalakiyan nobetê dibin.


 (zt)