Dayîkên Aştiyê yên Wanê avahiya AKP’ê girtin
13:15
JINHA
WAN – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê avahiya AKP’ê ya Îpekyolu îşgal kir.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kantona Kobanê ya Rojava avahiya Rêxistina AKP’ê ya Îpekyolu îşgal kirin. Polîsan êrîşî rojnamegerên ku xwestin malbatên avahî îşgal kirine kir rojnameger derxistin devreyî avahiyê. Li aliyê din amîrekî polîsan ê hate cem dayikan bi gotina “ji vir derkevin, heke dernekevin ez ê bi lêdanê we derxînim” gef li dayikan xwar. Dayikan nêzîkî 2 saetan avahî îşgal kir û piştre bi daxuyaniyê çalakiya xwe bi dawî kirin.
‘Ji bo Kobanê pêwîst be em ê çek hilgirin’
Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Rukiye Aslan li ber avahiya AKP’ê daxuyanî da û êrîşên nemirovî yên DAIŞ’ê şermezar kir. Aslan diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê tenê kurdan dike hedef. Aslan destnîşan kir ku Serokoamar Tayîp Erdogan bi alîkarîdayîna çeteyên DAIŞ’ê dibe şirikê komkujiyan. Aslan bal kişand li ser pêvajoya çaraseriyê jî û anî ziman ku heke êrîşên li dijî Kobanê bi dawî nebin dê çek hilgirin û ji bo Kobanê şer bikin.
Piştî daxuyaniyê li ber avahiya AKP’ê ya navçeyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hate lidarxistin, piştre jî cadeya Mereşê ji trafîkê re girtin û bi dirûşa “Bijî berxwedana YPG’ê” heta avahiya komeleyê meşiyan.
(zt)

