Jin meşiyan qeymeqamtiya Bazidê

13:21

JINHA


AGIRÎ - Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) a Bazida Agiriyê bi armaca şermezar kirina êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê  çalakî hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn heya berbi qeymeqamtiya Bazidê ve meşiyan. Jinên ku nêzî qeymeqamtiyê bûn bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” heya ber deriyê qeymeqamtiyê meşiyan. Jinên ku gehiştin qeymeqamtiyê li ber derê nêzî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin.


Hevaşaredara Bazidê Delal Tekdemîr ku beşdarî çalakiyê bû, li ser navê jinan axivî û  balkişan ser şerê li Rojava tê meşandin.  Tekdemîr anî ziman ku diyar kir ku hêzên emperyalîst dixwazin rengeke nû bidin Rojhilata Navîn û wiha got: “Şerê bi xwîn ê li Rojhilata Navîn tê meşandin, nêzî salekê ye li Rojava, Şengal û Kobanê ev şer didome. Herî zêde jin û zarok para xwe ji vî şerî digirin. Ji ber van sedeman emê cejna Qurbanê pîroz nekin. Çi dema ku xwîna rêhevalên me ne herike, zarokên me ji birçînan re nemirin, şer bi dawî bibe, Rêbertiya me azad bibe û aştî bê mayînde kirin, wê demê emê hemû cejnan pîroz bikin.” Piştî axaftina Tekdemîr çalakiya jinan bi dawî bû.”


(aw)