Li Mêrdînê du jinan ji bo Kobanê çalakî kirin
16:51
JINHA
MÊRDÎN – Bi boneya balkişandina ser êrîşên ser kantona Kobanê du xwendekarên zanîngehê yên jin li ber derê Walîtiya Mêrdînê dest bi çalakiya runiştinê kirin.
Bi boneya balkişandina ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kantona Kobanê du xwendekarên zanîngehê yên jin li ber avahiya Walîtiya Mêrdînê deh deqîqeyan çalakiya runiştinê pêk anîn. Xwendekaran dibin dorpêçek mezin ya polîsan de dovîzên weke “Ji bo tevlîbûna Kobanê bêdeng nemîne” û “Bijî berxwedana Kobanê” vekirin. Ji çalakvanan Ceylan Şîmdî diyar kir ku armanca wan ya çalakiyê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kantona Kobanêye û wiha got: “Erê em îro li vêderê du kes di çalakiyê denin. Lê armanc ne hejmara meye. Armanc alîkarî ayîna berxwedana Kobanêye. Di kare kesek tenê jî çalakiyê bike. Ya giring armanca me ya kum e ji ber wê çalakî kiriye. Em dixwazin gelê Kobanê bi tenê nehêlin.”
‘Dixwazin mirovahiyê tune bikin’
Ji çalakvanan Doza Alokmen jî da zanîn ku mirov ji bo şekirekê şer dikin lê ji bo rizgarkirina mirovahiyê şer nakin. Doza anî ziman ku dixwazin li Kobanê mirovahiyê tune bikin û wiha domand: “Îro cejne. Lê mixabin di vê cejnê de ser gelê mazlum bombe tê barandin. Bombeyên ser Kobanê tên barandin di rastiya xwe de ne tenê ser gelê kurd ser hemû mirovahiyê tê barandin. Emê li hemberî van kirinan bêdeng nemînin û em bawerin hemû mirovahî rabin ser xwe.”
Piştî axaftinan jinan dawî li çalakiya xwe anîn.
(zt)

