Li girê Miştenûr şer dijwar bû

16:57

JINHA


KOBANÊ – Şer û pevçûnên şev din heya niha li başûr û rojhilatê Kobanê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi awayek dijwar didome. Çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê Kobanê  derbeyên giran xwarin û bi dehan çete hatin kuştin.


Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê li herêmê ragihandî, li hersê eniyên Kobanê şer didome, taybet jî li girê Miştenûr yê rojhilat û başûrê Kobanê şer dijwartir bûn. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku şevê din sê caran xwestin êrîşê girê Miştenûrê bikin, rastî bersiva tund ya şervanên YPG’ê hatin di encamê de bi dehan çete hatin kuştin.


Şer û pevçûn li hersê eniyên Kobanê bi dijwarî berdewam dike.


(zt)