27 jinên ciwan tevlî YPJ’ê bûn
17:01
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Akadamiya Ş.Şîlan a bîrdozî û leşkerî dewreyek perwerdê ya bi Navê Ş.Evîn Dêrîk li Tirbespiyê bi tevîlbûna 27 şervanên nû yên YPJ’ê bi dawî bû.
Akademiya Ş.Şîlan a bîrdozî û leşkerî dewreyek 27 şervanên nû yên YPJ’ bi dawî kir. Perwerde mehekê dom kir. Waneyên leşkerî û îdeolojî hate dayîn. Di merasîmê de fermandara YPJ’ê Aryan Cûdî amade bû. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin despêkirin. Aryan Cûdî li ser pêşketinên YPG’ê û YPJ’ê li Rojava axivî û balkişand ser berxwedaniya li Kobanê tê meşandin. Aryan diyar kir ku divê gelê Kurdistanê bibin yek û li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bisekinin.
Piştre şervanan soz dan ku riya şehîdan bişopînin. Merasîm bi stranên şoreşgerî bi dawî bû.
(zt)
